Demîr: Cezayê îdamê di pratîkê de heye

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguheriye cezayê îdamê yê pratîkî.

Parêzer Cemîl Demîr destnîşan kir ku eger Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarê bide ku mafên Abdullah Ocalan hatine binpêkirin, hingî berdana wî ya di nava çend salan de dikare bikeve rojevê.

Demîr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tecrîd li dijî hiqûqê ye, kiryareke êşkence û xerab e.

Parêzer Demîr işaret bi ast û pozîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn kir û anî ziman ku ji ber vê yekê dixwazin wî bêgotin, bênefes bihêlin. Parêzer Demîr got, sîstema Îmraliyê hiqûqa neteweyî û gerdûnî qetil dike û bi rengekî giran bi cih tê anîn.

Parêzer Demîr ragihand ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî ye û wiha dewam kir, "Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tevî ku sala 2005'an bû qanûn û normal divê ji bo Abdullah Ocalan derbas nebe, bi binpêkirina pîvanên bingehîn ên hiqûqa ceza re, bi guhetineke taybet li Abdullah Ocalan tê ferzkirin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê mîna cezayekî îdamê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nîqaşa wê ya darizandinê destnîşan kir û hikum da ku 'mafê hêviyê' hatiye binpêkirin. Biryar da ku di vê mijarê de divê guhertina qanûnî bê kirin, lê belê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih nîne. Lê belê eger ev biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wergirtiye bi cih bê anîn, bêguman piştî çend salan berdana Abdullah Ocalan û gelek girtiyên di rewşa wî de ne, wê bikeve rojevê."