Demhat û Cemîl li Silêmanî hatin bibîranîn

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît û Xebatkarê Tenduristiyê Cemîl Amed di salevgera 1’emîn a şehîdbûna xwe de li Çiyayê Goêje cihê lê şehîd bûbûn hatin bibîranîn.

Li Çiyayê Goêje bi pêşengtiya Komîteya Xwedîderketina li Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna bi dehan kesî Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz) û Xebatkarê Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) ên 15’ê Cotmeha 2019’an di encama êrîşeke esmanî ya artêşa Tirk de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bibîr anîn.

Li cihê ku Demhat Egîd û Cemîl Amed lê şehîd bûbûn, gul hatin danîn û find hatin pêxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre jî li ser navê Komîteya Xwedîderketina li Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Şoreş Hîwa axivî û diyar kir ku Egîd û Amed ji bo pêşxistina xebatên yekîtiya netewî ya li Başûrê Kurdistanê kar dikirin. Hîwa anî ziman ku heta roja dawî ya şehîdbûnê jî Egîd û Amed têkoşîn kir.

Herî dawî Hîwa diyar kir ku ji bo xwedî li şehîdan derbikevin divê ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşînê bikin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.