'Dema wê ye ku em armancên xwe pêk bînin'

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê ji bo sala nû axivîn û gotin, dema wê hatiye ku ew armancên danîne ber xwe bi cih bînin.

Gerîlayên HPG û YJA-Star ê bi wesîleya sala 2019’an hest û ramanên xwe ji ANF'ê re anîn li ser ziman.

Gerîlayan gotin di sala 2019’an de wê ji her salê zêdetir xwedî li destketiyên Kurdan derkevin.

Gerîlayê HPG’ê Dara Adar di destpêka axaftinên xwe de sala 2019’an li Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan, li gelê Kurd û li şehîdên şoreşê pîroz kir û wiha pê de çû; “ Sala 2018’an bi rastî jî pir bi wate derbas bû. Di vê salê de hem wateya destkeftiyên gelê Kurd zêde bû û hem jî hêzên ji derve xwestin li ser van destkeftiyan plan û projeyan çêbikin. Ev sal ji warê şerê gerîla yê li dijî dewleta faşîst a Tirk ve û ji warê siyasî ya li hemberî Emerîka û Îranê ve encamgir bû. Destkeftiyek mezin Kurdan qezenc kir. Lê hindek dewletên dagirker ên weke Tirkiye, Îran û Emerîka ji van destkeftiyên Kurdan nerehet in. Dixwazin bi êrîşên xwe serê destkeftiyên Kurdan binixumînin û bibêjin waye tu destkeftiyên Kurdan nînin. Lewma di sala pêşiya me de erka parastina destkeftiyên me zêdetir dikeve li ser milên me hemûyan. Ev erk tenê nakeve li ser milê PKK’ê, dikeve ser milê her welatiyeke ku li Kurdistanê dijî.

''PKK BAWERIYA CIVAKÊ YA PERWERDEKIRÎ YE'

Gerîla Dara di axaftinên xwe de diyar kir, PKK wê heya dawiyê xwedî li destkeftiyên Kurdan derbikevin û axaftinên xwe wiha domand; “PKK heya dawiyê eê xwedî li destkeftiyên Kurdan derbikevin û wê hewl bide destkeftiyên nû bi dest bixe. Kurdek li kûderê bijî bila bijî, di çavên dewleta Tirk de ew kes weke PKK'yî tê dîtin. Ji ber ku PKK êdî gel e. 'PKK gel e, gel li vir e' wateya vê yekê hildigire. Wateya PKK’ê çand, exlaq, baweriya civakê, rêxistina civakê ya ku perwerde kiriye. Lewma dive her welatiyek Kurd bi çavê PKK’yî yek li xwe binêre da ku bikaribe destkeftiyên xwe biparêze. Rast e, di parastina li hemberî êrîşan de dibe ku windahî jî bêne dayîn. Lê belê weke gelê Kurd me tu caran serî li hemberî vê yekê netewandiyê û em ji windahiya jî nereviyane. Emerîka dixwaze li ser xaka me plan proje û siyaseta xwe bide meşandin. Lê di encamê de diyar dibe ku ev tişta tê kirin lîstikeke ku li ser Kurdan tê meşandine. Nexasim dixwazin vê lîstikê li ser Kurdan bikin. Ji ber ku diyar e. Li kûderê deskeftiyên Kurdan hebin, dewletên derdor êrîş dibin ser. Dixwazin bi plan proje û bi hêza xwe destkeftiyên Kurdan tune bikin. Dixwazin berxwedanî û destkeftiyên Kurdan ji nebînayî ve bên. Lewma mirov dikare ji bo sala pêşiya me bibêje ku; berxwedaniyek mezin ji me her kesî tê xwestin. Nexasim weke PKK ji bo me ev yek erkek esasiye. Bi vê yekê re divê gel xwedî li erka parastina destkeftiya derbikeve. Ji ber ku ev erk dikeve ser milê hemû gelê Kurd. Da ku em bigihêjin angaştên xwe mirovek Kurd li kûderê bibe bila bibe divê destê xwe bike bin vî kevirê. Angaştên me yên sala pêşî ev in. Û hêviyên me ji her salê zêdetir in.”

'DIVÊ ANGAŞT Û ARMANCÊN ME MEZIN BIN'

Gerîlayê HPG’ê Dara Adar di qeseyên xwe de amaje pê kir ku dem dema bi encamkirina angaşt û armancan e û wiha dawî li nirxandinên xwe anî; “Nexasim em gerîla hedef û armancên me wê ew bin ku em derbeyan li dewleta Tirk bixin. Helbet pêwîst dike ku angaşt û armancên ku me danîne pêşiya xwe mezin bin. Lê dema ev angaşt û armancên me bi kêmahî hatin bi cih, ev jî nayê wê wateyê ku gelê Kurd xwe bê hêvî bike û bibêjin ‘waye bi salane vê yekê dîbêjin û pêk naynin.’ Her salên ku derbas dibin di Kurdistan û Rojhilata Navîn de destkeftiyên gelê Kurd zêdetir dibin. Her roja ku derbas dibe di her milî de gelê Kurd di nava dewletên yekbûyî de hîn zêdetir tê naskirin. Êdî Kurd dibin hêzeke dîplomasiyê. Ji ber wê divê em şerê taybet ê ku dewleta Tirk dide meşandin bibînin. Dewleta Tirk dixwaze di milê derûnî de gelê Kurd têk bibe. Dixwazin li hemberî angaştên me diyar kirin gelê Kurd bê bawerî bihêle. Angaştên me yên di derbarê sala bê jî ev in. Êdî dema bi encamkirina angaşt û armancan hatiye.”

'BI VÎNA AZAD EM Ê RÊ VE BIÇIN'

Gerîlaya HPG û YJA-Star ê Dersîm Amed jî hest û ramanên xwe wiha par ve kir; “Di encama fikrên Rêber Apo de gelê Kurd û hemû gelên cihanê rabûne li ser lingan. Êdî tu kes qirêjiya vê pergalê napejirîne. Êdî her kes dijmin nas dike û di ser de diçe. Dijmin bi hemû teknîk û hebûna xwe di ser tevgera me de tê. Li gel vê yekê jî tevgera me li ber xwe dide. Vîna ku Serok Apo daye me tu kesê ne daye me. Rêber Apo vîna mafê jiyana azad da me. Ji ber wê em berxwedaniya herî mezin didin. Sedema berxwedaniya me jî hilperandina gelê bindest e. Em dixwazin bi berxwedana xwe pêşerojeke azad bidin zarokan. Êdî em naxwazin gel bindest bimîne. Li hemberî şerê derûnî yê ku dewleta dagirker dide meşandin vîna ku pêş ketî pir baş bû. Gel êdî li ber xwe dide, radibe li ser lingan. Mînaka vê jî me li Sûr, Cizîrê dît. Di van şeran de hevalê Çiyager û hevalên me yên şehîd bû nîşane. Erê dibe ku em windahiya bidin, lê vîna li ser me li her derê belav bûye. Bi vê vînê rêxistina me xwe li ser lingan girtiye. Dewleta dagirker çi qas di ser me de bê jî bi vîna Seroka Apo û rêhevalên me yên şehîd daye me, em tu caran bin nakevin. Em dê bi vê vînê serbikevin û bi fikrên azad em dê bi rê ve biçin.”

'BÎRDOZIYA RÊBER APO EM LI SER LINGAN HIŞTIN'

Gerîlayek ya HPG û YJA-Starê ya bi navê Şîlan Perwarî jî di axaftinên xwe de diyar kir ku ew ê bibin şopdarên lehengiyan û got, “Şerê gelê şoreşgerî di sala 2010’an şûn de dest pê kir. Heya salên bihûrî jî vî şerê pêşketinên gelek mezin bi xwe re anîn. Ji ber sedema şerê gelê şoreşgerî yê di asta herî jor de pêşketî, dijmin rê neda ku bi Serok Apo re hevdîtin çêbibin. Vê yekê jî binkeftina dijmin nîşan da. Ev serkeftina hatî bi dest xistin hîna jî pêş de diçe. Di sala 2018’an de jî gelek lehengtî pêş ketin. Mînakên van lehegtiyan me li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê dît. Me mînakên van lehengtiyan li Cîzir û Sûra Amedê jî dît. Ji her milÎ ve berxwedanî pêş dikeve. Em ê bibin şopdarên lehengiya ji komên destpêkê destpêkirî û heya roja me ya îro hatî. Em ê bibin şopdarên rêhevalê Çiyager û hevalê me yên şehîd. Di xeta PAJK’ê de jî em dê bibin şopdarên Zîlan û Bêrîtanan. Van lehengiyan, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo em li ser lingan hiştine. Yên ku di giştî cihanê de pêşketin avakirî jî ev yek bû. Ji ber wê bangawaziya min ew e ku jin, ciwan Serokatî baştir fêm bikin û tevlibûnek di xeta bîrdoziya Serok Apo de pêk bînin. Lewma em dibêjin Serokatî fêmkirin ew pêkanîne. Di sala 2019’an de jî ev yek wê bi vî awayî biherike. Wê her tim serkeftin a me be. Em nahêlin ku çeperên bi agir ên ku li derdorê Serokatî bitefe. Em ê weke topên agir li derdorê Serokatî li hemberî dijmin li ber xwe bidin.”