Dema polîsan Okan li malê nedît, malbata wî dîl girtin

Polîsên ku ji bo rêveberê berê yê MEBYA-DER'ê Ayetullah Okan destgîr bikin, bi ser mala wî de girtin û dema Okan nedîtin, hevjîna wî Necla Okan û zarokên wan ên 3,7,17 salî destgîr kirin.

Dema polîsan bi ser mala rêveberê berê yê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya ya bi Kesên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirinî (MEBYA-DER) Ayetullah Okan girt û dema Okan li malê nedîtin, hevjîna wî Necla Okan û zarokên wan ên 3,7,17 ​​salî destgîr kirin.

Malbata Okan a ku xistin panzerê û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û pirsa Ayetullah Okan ya bê ka li ku derê ye û çawa debara xwe dikin kirin.

Malbata Okan piştî 3 saetan serbest hatin berdan.