'Dema ku em bi rê ketin me bawer dikir ku em ê bi ser bikevin'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çêbûna tevgera PKK'ê şibandî bi zorê anîne cem hev a donzdeh hewariyên Îsa, li ser raza PKK'ê wiha dibêje: ''Neçûna li pey xeyalên erzan e. Ji bo endaman wehd nekirine berjewendiyên şexsî, prestîjê ye.''

Biryara 22 mirovên ciwan ku 25 Û 27'ê Mijdara 1978'an li Licê ya Amedê li gundê Fîsê li malekê bi dizî hatin cem, wê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyê û Rojhialta Navîn jî rê li ber guherînên radîkal vekira. Ev ciwanên ku ketin ber bayê giyanê salên 1960'î û 1970'yî, piştî nîqaşa du rojan dema ku biryar li ser dan ku partiyeke bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava bikin, kevirên herî girîng ê têkoşîna ku bi rê ketibûnê datanîn. Şoreşa ku wê ji çûna berejêrkî bida rawestandin xwe li dêrî dabû.

Piraniya van ciwanan ku weke navên damezrandêr ên PKK'ê derbasî dîrokê bûn, li paytexta Tirkiyê Enqerê li zanîngehan dixwendin, ku vê dewletê Kurdistan ji xwe re kiribû mêtingeh û navê wê jî ji nexşeyan rakiribû. Hijmara wan ji tiliyên destekî jî nedibihurî, ya ku ew dianîn cem hev, bi rola mintetisê radibû, Abdullah Ocalan bû...Ji ber vê demeke dirêj li nav Kurdan û li nav raya giştî ya Tirkiyê ji ji vî wê Apoyî bihata gotin û tespîta pêşî ya tevgera Apoyî ew bû ku gotibû, ''Kurdistan mêtingeh e.''

Di cîhana dubendî de ya salên şerê sar krîzên aborî û siyasî serwer bû. Salên nîvî yên 1970'yî li Tirkiyê kaosa siyasî, aborî û civakî hebû, salên ber bi dawiya 1930'î ve ku li Bakurê Kurdistanê navê Kurdan jî nedihate hildan û heta ber bi dawiya 1960'î ve jî dom dikir, ku weke ''serdema mirî'' derbasî dîroka Kurd a nêz bûyî, piştî van salan di rihê berxwedanê yê Kurd de her çendî hin lebitandin hebûne jî nediyarî, bêserîtî, tirs û bixwenebawerî serwer bû .Parçeyên din ên Kurdistanê jî ji hev qut, Kurd ji hev belawela, piştî têkçûna Başûrê Kurdistanê ya salên 1975'an li hemû parçeyan hêvîşikestinek hebû.

'PKK SENTEZEKE ROJHILAT-ROJAVA YE'

Li dijî vê tarîtiya li Kurdistanê, ji gundekî biçûk ê Kurdistanê ku heta wê gavê navê wê jî nehatî bihîstin, ji Fîsê ji bo ku çirayê bigire, bi rêbertiya Abdullah Ocalan ji bo yên bi rê ketin peywirên zor û rojên agirîn hebûn. Ocalan di parastina xwe de ya bi navê ''Parastinên DMME'yê- Ji Dewletên Rahib ên Sumer Ber Bi Komara Demokratîk a Gel ve'' ku 2001'ê çap bûne, rabûna PKK'ê û modêla damezirandina wê wiha vegotibû:

''Ji ber ku şoweniya sosyal a serwerî çepgiriya Tirkiyê li ser çepgira Kurd jî serwer bû, bandorên xurt ên milliyetgiriya hover û burjuvayî ya ku berevajî vê bû, rêyên jêderketinê bêhtir zehmet dikir .Li gel van hemû şaşî û kêmasiyên şertên îdeolojîk û pratîk ên diyarde û pirsgirêka Kurd, bi hin hewldanên sînordar rê li ber bûyinek xurt û geşedanê vekir.  Bûyina wê û geşedanaw ê ne ji hostatî û avaniya rêxistinî ya pêşketî dihat. Xwediyê pirsgirêkê nebû. Xwedîlêderketin, hewldana sînordar û jidil, teqîna hewce pêk aniye. Ji vî alî ve bêhtir dişibe tevgerên pêxemberî.''

Tê zanîn ku Îsa donzdeh hewarî bi zor û bela anîne cem hev. Li derdorê hejar hene ku li benda mûcîzeyan in. Li gel vê jî tevgera herî mezin a dîrokî ya baweriyê û vînê derdikeve holê. Sedema ku PKK herî pir dişibe van hewariyan ji ber avaniya mîstîk a giştî ya Rojhilata Navîn e. Avaniyên rêxistinên hevçax ên Rojava ji bo Rojhilata Navîn nabe modêl. Ji ber cihêbûna dîrokê û nasmeya çandî, ev ê li ser avaniya rêxistinê û çalakiyê jî xwe nîşan bida. Mirov dikare bibêje, PKK ji vî alî ve nîvî bi avaniya sosyalîst a modern û nîvî jî weke senteza nasnameya Rojhilata Navîn a klasîk e. Ji alîyekî ve îfadeya sembolî ya senteza Rojhilat-Rojava ye. Hêza xwe jî, bêhêzbûna xwe jî ji vê sentezê distîne.''

Rêberê Gelê Kurd di senteza Rojhilata- Rojava a PKK'ê de balê dikişîne ser aliyê wê yê herî cidî yê bawermendbûnê jî.  Ocalan diyar dike PKK ne girêdayî ti navendeke dogmatîk , Li ser raze eleqeya Kurdan a li ser PKK'ê jî wiha dibêje: ''Neketine pey xeyalên erzan e. Esasdanîna mirovên dirûst û wêrek e. Li ber tin endamên xwe wehdnedana ti berjewndiya şexsî, prestîjê ye.  Bi helwesteke wiha ye ku ji rastî, dad, spehîbûnê re derî vedike û azad dihêle. Wekheviya jiyanê û hurmeta li kesê esas dibîne. Her ku pêş ve diçe, piştî ku civakê bi van xisletan dibîne, wê li rêxistinbûnê xwedî derkeve. Ji gotinên ku kirine bêhtir rengê jiyana wan wê balê bikişîne. Ya ku lez û karekterê geşedana pêşî dayî ev taybetmendî ne.''

'ME JI RASTIYÊN XWE BAWER DIKIR'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşînê de ya ku dabûne destpêkirin wiha behs dikir bê ka bi baweriyeke çawa bûn: ''Dema ku me PKK weke rêxistineke rizgarîxwaz a netewî pênase dikir ku bi em bi rê ketin, weke baweriya bi Quranê me ji rastiya xwe dikir û em êmin bûn ku bi ser bikevin.'' Li gorî Ocalan  mirov dikare PKK'ê bi xisletên serek yên ku mohra xwe li sedsala 20'an dayî, bi dahurandina li ser sosyalîzma zanistî ya rewşa berbiçav a Kurdistanê, dikare weke bizaveke pratîk-polîtîk pênase bike. Her wiha Rêberê Gelê Kurd dibêje ji bo bi rengekî rast geşedanên ku PKK'ê rê li ber vekirî were şîrovekirin divê rastiya sedsala 20'an rast were nirxandin û wiha dibêje: ''Diyardeya Kurd û pirsgirêka Kurd bi çawaniya qulika reş a derdora wê re têkildar e. Bi serê xwe, bi rengekî razber û bi hin pîvanan, mînak bi tundiyê û şemayên cihêkar mirov binirxîne, ev ê mirov bibe yekalîbûnê û şîroveyên subjektîf.''

DIHATE PAYIN BÛYIN BI MIRINA ZÛWEXT TEMAM BIBE


Piştî damezirandinê tevgera PKK'ê wê ji rêyên dijwar derbas bibûya. Pêşî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî ku weke şevreşkê bi ser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hatî û gelek qedroyên pêşeng hêsir kirî, ji êşkenceyan derbas kirî, Şoreşa Îslamî ya Îranê ku li Rojhilata Navîn hevseng guherandî, piştre jî şerê Îran-Iraqê ku du parçeyên Kurdistanê li nav xwe vedihewand. Rêberê Gelê Kurd di parastinên xwe de wiha behsê dike bê ka PKK çawa ji vê rewşa asê xilas dibe, li ser piyan dimîne, her wiha mezin dibe û dibe rêxistineke ku bandorê li ser Rojhilata Navîn jî dike:


''Dema ku tevger mezin dibe û ji tevgera komikbûnê derdikeve,  pirsgirêkên cidî yên rêbazê yên pratîk û kêmasî derdiketin holê. Tam di demeke wiha de jidandina hêzên pergalê, ji aliyekî ve weke avdana polayê bû. Derketina derve ya ku tê zanîn hem li Tirkiyê-Anatoliyê, hem di dîroka Kurdistanê û Rojhilata navîn de     qonazeke girîng bi xwe re anî. Di demeke wiha de ku hevsenga cîhanê di nav şerekî dijwar de bû, şerên Sûriyê, Filîstîn, Israîl û Libnnê ji bo geşbûna şertan fersend dida. Piştre Şoreşa Îranê ya teqiyayî û rewşa şerê Îran-Iraqê derdor bêhtir kêrhatî dikir. Şerên ber bi darbeya 12'ê Îlonê ve ya li Tirkiyê û li derve pêşwazîkirina darbeyê dibû avantaj. Dihate payin ku bûyin bi mirina zûwext bi encam bibe an jî di şertên cihê de bibe rêxistineke sînorkirî, di rewşeke wiha de pêvajoya 15'ê Tebaxê dest pê kir.  Ev pêvajo jî di serî de tam ne bi palan bû, pêngaveke wiha bû ku aliyê wê yê jixweber bêhtir giranî dikir. Li gel vê jî encamên mezin çêbûn. Di serî de Rêbertiya PKK'ê û endamên wê, pêvajoyeke nû ya geşedanê derkete holê ku kesî bîra wê nedibir.''