Dema ku leşkerên Tirk li Herekolê şaşwaz û şoq bûn

Berxwedan Goyî destnîşan kir, ku ji ber ruhê fedayî yê şervanên azadiyê yên Kurdistanê, li Herekolê gelek kuştiyên artêşa Tirk çêbûn.

Berxwedan Goyî, ku li qada Herekolê ya Botanê cihê xwe di nava çalakiya hêzên gerîla ya sala 2011'an de girt got, "Her şervaneke/î azadiyê hemû rîskan dide pêş çavên xwe û bi vî rengî şer dike. Ruhê fedayî kiribû ku dijmin gelek kuştiyan bide. Heta ku dijminê li hemberî me bê têkbirin, wê ruhê fedayî yê şervanên azadiya Kurdistanê her hebe."

Gerîla Berxwedan Goyî qala çalakiya sala 2011'an a li qada Herekolê kir.

'DEM HATIYE KU TOL BÊ HILANÎN'

"Çalakiya ku me li Herekolê lidar xist, ji bo min çalakiya destpêkê bû. Ji ber vê yekê cihê wê çalakiyê ji bo min girîng û gelekî watedar e. Di asta herî bilind de kelecanî bû bûm. Her gerîla dixwaze li cihekî weke Botanê gerîlatiyê bike. Hesret û daxwaza bi salan a gelek gerîla ne, ku li cihekî bi vî rengî yê pîroz tola gelê xwe hilîne. Ji ber ku min jî wateya axa lê bûm û refên li nav têdikoşim dizanîbûm, min jî gelekî dixwest bibim milîtanekî ku hêjayî gelê xwe bim. Tecrûbeya leşkerî û îdeolojîk a li nava refên gerîla, ku piştî çend salên xwe yên li nava gerîla min bi dest xist, nîşan dida ku êdî dem hatiye tola gelê xwe ji dijmin hilînim. Dem hingî dema şerê gel ê şoreşgerî bû. Rêxistinê ferman da bû ku li her cihê gerîla lê ne çalakî werin lidarxistin. Me jî hewl didan li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.

'HER MIROVÊN DILSOZÊ WELATÊ XWE, AMADE YE'

Me biryar dan li dijî qereqola Heşetê çalakiyekê lidar bixin. Me keşfa vê çalakiya xwe çend roj berê kir. Ez jî di nava koma keşfê de bûm. Di koordîneya çalakiyê de Ş. Rûbar hebû. Wê çalakiyeke gelekî berfireh bûya. Ji ber vê yekê, em gelek hevalên li herêma Botanê li hev civiyan. Piştî ku nêrîn û pêşniyar ji hemû hevalan hate girtin, biryara li ser çalakiyê zelal bû. Roja çalakiyê diyar bû. Amadekariyan dest pê kirin. Ji ber ku em ê ji gund derbas bûna, ji kinc heta meşa xwe, me hemû detay hesab kirin. Bi giştî 22 hevalan cih di nava çalakiyê de girtin. Çalakî ji pênc baskan pêk dihat. Sê ji van baskên êrîşê, du jî baskên parastinê bûn.

Moral û motîvasyona her hevalî gelekî bilind bû. Hin heval tevî ku gelek caran tevlî çalakiyan bûn jî, hemû jî mîna min di nava kelecaneke mezin de bûn. Min fêhm dikir. Ji ber ku her gerîlayeke/î PKK'ê yên dilsozê welat û gelê xwe, her tim amade ye ku derbê li dijmin bixe. Hest û nêrîna her gerîla ye ku hesab bipirse û tolê hilîne. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên xwedî vê hest û nêrînê, bi moral û kelecakeke mezin tevlî her çalakiyê dibin."

DEMA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYÊ

Goyî anî ziman, ku di çalakiya xwe ya destpêkê de wî cihê xwe di nava baskê êrîşê de girt û wiha dewam kir:

"Piştî ku amadekarî hemû qediyan, em ketin nava liv û tevgerê. Li koma ez tê de bûm, hevalê Azad Felûce jî hebû. Heta ku em gihîştin cihê çalakiyê kêf kêfa hevalê Azad bû. Ew fermandarê koma parastinê bû. Di rê de moral dida hemû hevalan. Komên parastin û êrîşê heta cihekî bi hev re çûn. Piştî demekê em ji hev qut bûn. Diviyabû em ji gundekî derbas bûna. Ji bo bala gel nekişînin, em bi baldarî tevgeriyan. Bi rê û rêbazekê me xwe gihand gund. Li ser rêya me têl li pêşiya me hatibûn rêsandin. Diviyabû em ji wir derbas bibûna. Yek ji gundiyan bi me hesiya, em dît. Ji bo alî me bike me bang lê kir. Gundiyê ku di nava kelecan û tirseke mezin de bû, li cihê xwe cit sekinî. Piştî ku me fêhm kir nikare alîkariyê bide, em bi derfetên xwe ji têlan bihurîn. Vê carê gundiyan em dîtin. Ew jî ketin nava panîkê. Dema ku fêhm kirine em ê çalakiyê bikin, li ber me geriyan ku em çalakiyê nekin. Me jî ji wan re got, 'netirsin, wê tiştek bi we neyê'. Me ji wan re got, hemû amadekariyên me qediyane û divê çalakî were kirin. Me ji wan re got, ku bila netirsin. Me got, 'tenê xwe biparêzin, wekî din ji me re bihêlin'. Bêguman ti gotinên me nekarî tirs û panîka wê çaxê ya li ser gundiyan bavêje.

'LEŞKERÊN TIRK ŞAŞWAZ Û ŞOQ BÛN'

Hemû kom li cihên berê hatibûn destnîşankirin bi cih bûn, ji bo dest bi çalakiyê bikin. Em li cihên nêzî qereqolê bi cih bûn. Leşkerên li qereqolê ji tiştekî ketin nava şik û gumanan, lê fêhm nekirin bê çi diqewime. Di dema plana çalakiyê de hevalên li parastinê dest bi çalakiyê kirin. Em bi hevala Ronahî re tevdigeriyan. Em bi çend metreyan li pişt hevalên ku wê li nîzamiya qereqolê bixista bûn, ji bo parastina wan. Bi bombe û kleşan me li leşkerên li nava qereqolê dan. Di destpêkê de du leşker hatin kuştin. Leşkerekî çav li me ketibû, şoq bû bû û li me dinêrî. Ji ber ku şaşwaz û şoq bû bû, nedikarî rahêje çeka li milê xwe. Ew jî hate kuştin. Hevalê çeka B7 bi kar danî, roketek avêt. Satalayta li ser banê xaniyekî, ji bandora vê lêdanê bi hewa ket. Min ji heval re got, 'ya li vir satalaytek ti nebû?' Heval bi ken got, 'wele êdî nîne, bi hewa ket'. Di dema herî giran a şer de jî kenê şoreşgerî her hebû.

'ÇEPER HATIN XISTIN, FERMANDARÊ WAN HATE KUŞTIN'

Li qereqolê du çeper hatin xistin. Dengê qareqara fermandarekî dihate me ku ji leşkerekî re digot, divê tankê bi kar bîne. Qareqara fermandar jî bi kêr nehat ku leşker tankê bi kar bîne. Leşker ji tirsa nekarî ji şûna xwe bilive. Fermandarê qereqolê dema hewl dida xwe bigihîne tankê, heval pê hesiyan û li wî dan. Hate kuştin. Leşkeran timî teqwiye dixwestin. Vê yekê nîşan dida ku têk diçin. Me jî her ku didît derba giran li dijmin dikeve, hê li qereqolê direşand. Çalakiya ku me saet 18'an dest pê kir bi qasî saetekê dewam kir. Hevalê li koordîneyê biryara vekişînê da. Bi rengekî bê windahî em vekişiyan. Ji ber ku birîndarên me hebûn, vekişîn hinekî dirêj dewam kir. Zor û zehmetî jî çêbûn. Lê belê ji bo me ya girîng ew bû ku em hevalên xwe yên birîndar bi saxî û selamatî ji herêma çalakiyê derxînin û bigihînin nuqteyê. Me jî ev kir."

Goyî anî ziman, ku li gorî agahiyên piştî çalakiyê wergirtin, li qereqolê 7 kes sax mane û got, "Me hejmar hingî zelal nekir. Dijmin mîna her carê hejmara kuştiyên xwe yên zêde û derba giran, veşart. Bêguman nekarî birina bi dehan leşkerên mirî ber bi Sêrt, Wan û Şirnexê veşêre. Çalakiya me ji aliyê rêxistinê ve weke çalakiyeke serketî hate destnîşankirin."

'LEŞKEREK TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛ'

Gerîla Berxwedan Goyî herî dawî wiha axivî:

"Piştî wê çalakiyê, nêzîkatiya gundiyan a li gerîla guherî. Gelê me ku dît leşkerên Tirk li pêşberî gerîla têk diçe, careke din fêhm kir ku gerîla hêviya azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji vî gundî û derdora wê ciwan tevlî nava refên gerîla bûn.

Piştî çend salan min hevalekî ji Mêrdînê nas kir, ku wê rojê li wê qereqolê leşkerî dikir. Ev hevalê ku min ew bi tesadûfî nas kir, dema qala tirs û psîkolojiya têkçûnê ya leşkerên Tirk a dema wê çalakiyê dikir, li ser xwe wiha axivî bû: "Min hingî fêhm kir ku ez li nava refên şaş im. Çeka li ber destê min, ji bo berê wê bidim mirovên gelê min azad dike, dabûn destê min. Min hingî çek neteqandibûm. Eger min biteqanda, min nema dikarî careke din li rûyê gelê xwe binerim. Ji xwe piştî wê çalakiyê min biryar da tevlî nava refên têkoşînê bibim. Û niha li cihê rast im'. Ev gotin bêguman gelekî bi wate bûn.

Di çalakiya Heşetê de sê hevrêyên me yên hêja Azad, Vejîn û Rizgar şehîd bûn. Lê em şervanên azadiyê ne. Her şervaneke/î azadiyê hemû rîskan didin pêş çavên xwe û bi wî rengî şer dike. Tevî hevalên şehîd bûn, her heval wê demê bi têgihiştina şer û avakirina jiyana nû bi ser dijmin ve çûbûn. Ya ku derbên giran li dijmin xist û kir ku dijmin gelek kuştiyan bide, ruhê fedayî yê hemû hevrêyan bû. Heta ku dijminê li hemberî me bê têkbirin wê ruhê fedayî yê şervanên azadiyê yên Kurdistanê her hebe."