Dema kesên li Mêrdînê hatibûn destgîrkirin hate dirêjkirin

Dema destgîrkirina kesên di operasyona li ser Rêxistina HDP’ê ya bajarê Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin dîsa hate dirêjkirin. Hevseroka Mêrdînê Eylem Amak jî hate destgîrkirin.

Piştî operasyonên qirkirina siyasî ya 8’ê Sibatê ya li ser rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê û şûnde Hevseroka Mêrdînê Eylem Amak li Enqerê û endamê HDP’ê Ferhat Kalkan ên di derbarê wan de biryara girtinê hebûn li Stenbolê hatin destgîrkirin. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hatine destgîrkirin gihişte 12’ê, demê destgîrkirinê jî hatin dirêjkirin. HDP’yiyên ku demê destgîrkirina wan heta 18’ê Sibatê hatin dirêjkikirin li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Mêrdînê tê ragirtin. Hate ragihandin ku Amak û Kalkan anîne Mêrdînê.

Hevserokê HDP a Mêrdînê Alî Sincar, rêveberê HDP’ê yê bajar Abidîn Unay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmûz Çalkan, Huseyîn Alper li gel endama PM’ê ya DBP’ê Bêrîtan Onen, Vedat Abukan, Musa Binbîr û Kahraman Samaras, Eylem Amak û Ferhat Kalkan bi hinceta 31’ê Çileyê di dema aktivîteya nasandina namzetan de Sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ gotine hatine destgîrkirin.

Bernameya nasandinê ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ve hatibû hedefkirin.