Dem dema zeytûnên Darayê ye

Herêma Dara ya Mêrdînê ku bermahiyên xwe yên dîrokî û çandî navdar e, bi zeytûnên xwe jî deng vedaye. Zeytûnên Dara bi payîzê re li bajarên Kurdistanê tên firotin.

Ev zeytûnên ku weke Zeytûnên Dara tên naskirin û bi tehma xwe li herêmê deng vedaye, li gorî zeytûnên din hîn biçûk e, bi zeyt e û hişk e. Zeytûnên ku hefteyên dawî yên havînê tên çinîn, bi payîzê re tên firotin. Yek ji navçeyên Kurdistanê ku ev zeytûnên navdar lê tê firotin, navçeya Sûr a Amedê ye. Dikandar Azîz Dayan jî ev 30 sal in li navçeya Sûrê zeytûnên Darayê difiroşe û debara xwe bi vê yekê dike. Dayan ji me re qala taybetmendiya zeytûnên Dara kir.

Dayan anî ziman ku ev zeytûnên herêma Mêrdînê gelekî bala tûrîstên xwecihî û biyanî dikişîne û got, "Ev zeytûn li gorî zeytûnên din ên li ser sifra taştê, hîn biçûk in, hişk in û bi zeyt in. Li derveyî vê herêmê jî deng vedaye. Tûrîstên xwecihî û biyanî gelekî dikirin."

Dayan diyar kir, zeytûnên Dara bi gelek şêweyî tên firotin û got, "Dema ku ji bo bajarên dûr û welatên din tên amadekirin, zeytûn çawa ku ji darê tên çinînin, bi wî rengî dikin paket û dişînin. Her wiha li febrîqeyan jî tên amadekirin, xwê lê tê kirin û bi vî awayî jî tên firotin. Ev zeytûn panzdeh rojan di nava ava şor de tên hiştin û piştî panzdeh rojan ji bo xwarinê êdî amade dibe."