Delîl Berfîn: Em bi biryar in ku vî şerî ber bi serkeftinê ve bibin

Ji fermandarên HPG'ê Delîl Berfîn 44’emîn salvegera damezrandina PKK'ê nirxand û got: "Hevrêyên me yên ku tevî hemû zehmetiyan li ber xwe didin û rê nadin dijmin, bi biryar in ku vî şerî ber bi serkeftinê ve bibin.”

Yek ji fermandarên HPG'ê Delîl Berfîn qala dema derketina PKK'ê û sedemên derketina wê kir û wiha got:

“Ji bo fêhmkirina damezrandina PKK’ê, pêwîst e pêşî rewşa Kurdistanê were fêmkirin. Rewşa Kurdistanê di wê demê de çawa bû, divê pêşî ew were famkirin û analîzkirin, da ku baştir were famkirin. Di sedsala 20'an de şerên mezin hebûn. Kurdistan di sala 1638’an de bi peymana Kasrî Şîrîn a di navbera Osmanî û Safewiyan de bû du parçe. Şerê cîhanê yê yekem û şerê cîhanê yê duyemîn çêbû. Ya ku rewşa Kurdistanê eleqedar dike bi taybetî şerê cîhanê yê yekem e. Ji ber ku piştî şerê cîhanê yê yekem, nexşeya cîhanê ji aliyê van hêzan ve, ku em dikarin jê re bibêjin bloka kapîtalîst, di bin pêşengiya Îngiliz, Fransa, Rûsya û Emerîka de, ji nû ve hat dîzaynkirin. Kurdistan ji ber şerê cihanê yê yekem û duyemîn perçe bû. Kurd wek tunebin hesibandin.

Civakên Kurd ên ku bi serhildanan rabûn ser piyan û li dijî dewletê serî hildan, ji aliyê dewletê ve hatin tepisandin. Li ser bingehê serhildanên derbasbûyî, di 27 'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê Amedê, 1’emîn kongreya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hatibû lidarxistin. Piştî ku yek ji hevalên herî nêz ên Rêber Apo Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de ji aliyê dewletê ve hat şehîdkirin, Rêber Apo biryara partîbûnê da. PKK’ê ne tenê ji bo gelê Kurd, di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelên bindest û ji bo ji nû ve vejîna gelê Kurd dest bi têkoşînê kir."

Delîl Berfîn behsa yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer û hevrêyên wî kir û wiha got:

“Rêber Apo ji bo hevrê Hakî Karer dibêje ‘ew ruhê min yê veşartî ye’. Ewqas bi hevrê Hakî ve girêdayî ye. Hevrê Hakî Karer ji herêma Behra Reş e û bi eslê xwe Tirk e. Hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr ên di wê baweriyê de ne ku azadiya gelê Tirk di nava azadiya gelê Kurd de ye, di salên xwe yên lîseyê de Rêber Apo nas dikin û di salên zanîngehê de jî hevaltiya wan dewam dikin. Hevrêyên destpêkê ji bo serketinê bi dest bixin û bigihêjin cihekî gelekî xebitîn. Li gel zehmetiyên aborî, carna hemalî dikirin, carnan di karên cuda de dixebitîn. Ji ber ku bi têkoşîn, azadî û serxwebûnê bawer bûn, tevî her cure êşkenceyan jî bê dudilî têkoşiyan. Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Akîf, Alî û Sarayan bi berxwedaneke mezin li zindana Amedê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Tevî hemû hewldanên êşkencekar Esat Oktay jî teslîm nebûn, her carê jî bi berxwedana xwe bersiv dan.”

Delîl Berfîn bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayên YJA STAR û HPG'ê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê û got: "PKK’ê qet têk naçe." Delîl Berfîn di berdewamiyê de ev tişt anî ziman:

“Weke ku tê zanîn li gelek herêman bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin ên dijwar hene. Êrîşên hewayî, operasyonên hewayî û bejayî di astên derveyî exlaq de dewam dikin. Artêşa Tirk a ku newêre bi bejahî were, giraniya xwe dide operasyonên hewayî. Dewleta Tirk a faşîst ku her roj çend caran çiyayên me bombebaran dike, bêyî ku ti exlaq û pîvana şer nas bike êrîşî zarokên vî gelî dike. Di van êrîşan de çekên ku destûr nayê dayîn bên bikaranîn û çekên qedexe yên ku madeyên kîmyewî tê de hene tên bikaranîn. Dewleta Tirk a faşîst ku ev 2 sal in giranî daye ser bikaranîna madeyên kîmyewî, nikare encama ku tê xwestin bi dest bixe.

Tevî van êrîşan jî gerîlayên HPG û YJA STAR'ê hem li gundan hem jî li bajaran çalakiyên xwe didomînin û bi biryarin ku rê nedin dewleta Tirk a faşîst. Berxwedana di tunelên şer de li gelek herêmên weke Avaşîn, Metîna, Zap, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê FM’ê berxwedaneke ku tê pîrozkirin e. Hevrêyên me yên ku tevî hemû zehmetiyan li ber xwe didin û rê nadin dijmin, bi biryar in ku vî şerî ber bi serkeftinê ve bibin. Hevrêyên me Rûken û Sara ku li Mêrsînê bi çalakiya fedaî dewleta Tirk a hov matmayî kirin, careke din nîşan dan ku PKK têk naçe û PKK çalakiya tolhildanê ye. Bê guman ev ruhê berxwedanê ruhê Hakî, Kemal, Sara û Delala ne. Ew şopdarên fermandarên me Baz Mordem, Helbest Koçerîn, Bager Gever, Avzem û Serhedên îroyîn in. Heta ev ruhê berxwedanê bidome wê teqez PKK bi ser bikeve.”