DEDAŞ'ê li hezar malbatî ceza birî

Li 18 taxên Amedê bi îdiaya "ceryana derqanûnî" li nêzî hezar malbatan bi milyonan TL cezayê pereyan hat birîn.

Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di bin kontrola jendermeyan de li 18 taxên navçeya Hezro ya Amedê bi hinceta 'ceyrana derqanûnî hatiye bikaranîn', di navbera 7 hezar û 25 hezar TL de cezayê pere li nêzî hezar malbatan birîn.

Bi hinceta 'ceyrana derqanûnî' li taxên Reşîk, Gomê Hecî Derwîş, Gomê indarê, Dersil, Kekan, Xicikan, Gomê Demîrbeg, Kufercîn, Baheşîm, Gomê Emo, Dedaş, Zuxur, Qubik, Barbûş, Gomê Emrexê, Gomanê Şêx Sabê, Bahîşmê û Dercal li nêzî hezar malbatan bi milyonan TL cezayê pereyan hat birîn.

Cezayên ku li gundiyan hatine birîn, piştî kontrolên ku bi qasî hefteyekê li taxan dom kir, ji aliyê DEDAŞ'ê ve bi rêya SMS'ê (peyamê) hatin ragihandin.