DBP: Meşa Demokrasiyê wê serfiraziyê bîne

DBP'ê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê slav kir, diyar kir ev gava pêşî ya meşê ye û mizginiya serfiraziyê dide.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derheqê Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê ku 15'ê Hezîranê ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqerê dayî destpêkirin daxuyaniyeke niviskî da.


'MEŞA SERFIRAZIYÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ev meş li dijî êrîşên li ser muxalefetê û gel meşa ku bibe dengê muxalefetê û gel, meşa berxwedanê ye.  Em DBP jî di rewşeke wiha de ku Kurd tine têne hesibandin, polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê têne kirin, hewl tê dayin ku bêhna gel biçikînin, bi gelemşeyên aborî ve têne hiştin, li gel daxwazên azadî û dadmeniyê me cih girt, di vê meşê de me eniya xwe diyar kir.'''

Di daxuyaniyê de hate gotin li gel astengî, barîkat û destgîrkirina dewleta Tirk jî meşê berdewam kiriye û hate gotin:  Bi meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê me Merîç û Zap ku hewl tê dayin serhilêrî û azadiya wê were lixabkirin, me gihangin hev.  Li dijî gotinên ku li hemû qadên welêt ku hewl tê dayin werin cihêkirin, gelan li hev dikin dijmin, bi hev re me dengê xwe rakir. Piştî vê meşê ji Edîrneyê heta bi Colemergê, ji bo pêkhatina daxwaza gelên me em ê zêdetir bixebitin. Em ê bibin dengê gelên li çar aliyên welêt. Ev meş lihevbûna dengan a li bin enyî ezmanî ye. Bi baweriya ku em ê vê mizginiyê pêk bînin meşa demokrasiyê slav dikin, em bawer dikin ku em ê bi hev re bibin dengê bêdengiyê, bi hev re benê wê ragirin.''

DBP'ê dawiyê got, ''Meşa me ya li Enqerê li vir naqede. Ev ji bo zêdetir dad, heq û azadiyê gava pêşî ye.''