DBP: Em ê hesabê Roboskê bipirsin!
DBP’ê got, “Heke pêşî li komkujiya Roboskê bihatana girtin, li Cizîrê wê ve komkujî pêk nehata. Li dijî hişmendiya komkuj a dewletê divê mirov li ber xwe bide û têkoşînê geş bike.”
DBP’ê got, “Heke pêşî li komkujiya Roboskê bihatana girtin, li Cizîrê wê ve komkujî pêk nehata. Li dijî hişmendiya komkuj a dewletê divê mirov li ber xwe bide û têkoşînê geş bike.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji ber salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Roboskê mînaka herî rojane ya kirinên dewleta qirker e ku bi awayî eşkere li ser Kurdan pêk anîn. Komkujî di dema hevdîtinên Osloyê de, di dema agirbestê de pêk hatibû. Îro hê baştir tê fêhmkirin, AKP ji çav re her çendî weke ku dixwest meseleya Kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bike jî, ji ber sedema ku ne xwedî polîtîkayeke wiha ya rastîn bûn, ji ber ku di xwe de bi xwe nedabûn qebûlkirin, nêzîkatiya dewlet û desthilatdariyê û konsepta wê bi wateya xwe ya rastî ji komkujiya Roboskê diyar dibe. Ji ber vê sedemê ye ku kirdeyên Roboskê hatin xelatkirin, ên ku hatin kuştin, mexdûr bûn di bin zext û zordariyan de man. Ên komkuj hatin parastin, navdar bûn û xelat girtin.”
‘BIHISTYARÎ Û ÇALAKIYÊN DOMDAR HEWCE NE’
DBP’ê diyar kir çi kesê ku li dijî rejîma Erdogan e divê li dijî komkujiyan bi awayekî biryardar, bi çalakiyên domdar divê têbikoşe û wiha got: “Heke pêşî li komkujiya Roboskê bihatana girtin, komkujiya Cizîrê wê pêk nehata. Li dijî hişmendiya komkuj a dewletê divê têkoşîn were geşkirin. Em careke din li pêş mirovên me yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin, em sond dixwin ku em têkoşînê, berxwedanê geş bikin û ji rejîma faşîst hesab bipirsin.”