Dayikên Êzidî: Barzanî Şengal firot Erdogan
Dayikên Şengalê yên ji ber êrîşên çekdarên PDK'ê bi hêrs in gotin, "Barzanî ewilî em firot DAIŞ'ê, niha jî em firot Erdogan." Dayikan gotin, hewl tê dayîn, fermana 73'an bê temamkirin, lê ew ê nehêlin.

Dayikên Şengalê dibêjin, PDK dîsa dixwaze fermanê li wan rake.
Dayika bi navê Xezal Silo diyar kir, çeteyên PDK'ê êrîşê war û axa wan kirine, ji bo wê jî jin û zarok pir tirsiyane û wiha got: "Carek din bi van êrîşan roja fermanê hat ber çavê me. Ev pêşmergeyên hatine wekî çeteyan e û em ditirsin mîna çeteyên DAIŞ’ê keç û jinê me birevînin. Hatina van pêşmergeyan ne ji xêrxwazî û başiya me Êzidiyan hatiye. Tenê ji bo ziyan dayin û fermanê ser me rakin. Ev tişta îro pêşmerge dikin şerm e û eyb e. Em qebûl nakin pêşmerge werin carek din ser axa me desthilatdariya xwe bidin meşandin. Çawa dema 3’ê Tebaxê jin û keç hatin revandin, zilam û xort kuştin dixwazin niha jî hema tiştî bikin. Heya yek Êzidî heye wê baweriya wan bi pêşmerge û Barzanî neyê. Ger pêşmerge bi rastî dixwazin me biparêzin bila kerem bikin biçin dehan gundê me bakurê Çiyayê Şengalê destê DAIŞ’ê de hene rizgar bikin."
'DIXWAZIN FERMANA 73'AN TEMAM BIKIN'
Dayika Berfê Îlyas bal kişand ser roja 3'ê Tebaxê dema ferman ser gelê Êzidiyan hatin û ev pirs ji PDK’ê kir: "Dema ku em hiştin reviyan, dayik û keçên me destê DAIŞ’ê de man ku derê bûn? Çima wê demê we me hişt û em niha hatin bîra we. Çeteyên herî mezin pêşmerge bi xwe ne. Bi zarok, ciwan û pîran parastina xwe dikin, heya em bijîn em ê ti caran pêşmergeyan nava axa xwe de qebûl nekin. Em ne Êzidiyên berê ne, me keç, zarok, jin û dayikên xwe perwerde kirine û em ê wekî roja fermanê ne, em ê jin jî parastina xwe bikin. Çawa ku Barzanî û DAIŞ’ê hevpeyman ser me çêkirin, niha jî Barzanî û Erdogan ser gelê me yê Êzidî hevpeyman çêkirine dixwazin fermana 73’an temam bikin. Vê carê jî Barzanî Şengal firot Erdogan. Em destûr nedin ev çeteyên Barzanî yek gav pêşde were.”