Dayikên Aştiyê: Ocalan ronahiya me ye, em cîhaneke tarî naxwazin

Dayikên Aştiyê yên Amedê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin, "Em cîhaneke tarî naxwazin. Yê ku vê cîhanê ronî bike jî Rêber Apo ye."

Nerazîbûna gelê Kurd a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj mezin dibe. Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku êdî nema dikarin xwe li tecrîdê rabigrin û gotin, çareserî û aramiya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Dayikên Aştiyê ji ANF'ê re axivîn.

'EM BI FIKAR IN'

Hîdayet Ay: Di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd e. Tecrîd zilmeke gelekî mezin e. Em ê serê xwe li ber kesên vê zilmê li me dikin netewînin û ji dewleta Tirk û Erdogan re jî netewînin. Rêberê me nebe ne aştî dibe, ne jî rijandina xwînê disekine. Zêdetirî sê sal in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Rewşa heyî ji tecrîdê jî wêdetir e, em gelekî bi fikar in. Bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Demek ji demekê zûtir divê heyet biçin Îmraliyê û em bikarin agahiyê ji Rêber Apo bigrin.

'RÊYA AŞTIYÊ RÊBER APO YE'

Sebîhe Tamrîş: Li ser Rêber Apo tecrîdekî girankirî heye. Hemû mafên hevdîtina malbat, heyet û parêzeran a ji ser Rêber Apo hatiye qutkirin. Hemû mafê ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ji 2011'an heta niha 7 sal in parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 2015'an heta niha heyet nikarin biçin. Ji 2016'an heta niha jî malbat nikarin biçin Îmraliyê û demeke dirêje em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigrin. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd ceza dikin. Çiqas tecrîd kûr dibe, em dayik jî ewqas bi hêrs dibin. Hemû rêyên aştî û aramiya Tirkiyeyê li Îmraliyê re derbas dibe. Divê demildest parêzer bikarin biçin Îmraliyê û Rêber Apo bibînin.

'EM CÎHANEKE TARÎ NAXWAZIN'

Perîhan Karayil: Heta ku tecrîd li ser Rêberê me bidome û em agahiyê ji Rêber Apo negrin, ti wateya jiyanê ji bo me nîne. Em nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin, êdî sebra me nema ye. Îro tecrîd tenê li Rêber Abdullah Ocalan nayê meşandin. Îro li ser 80 milyon tecrîd didome. Em cîhanek tarî naxwazin. Wê ev têkoşîna me ti carî bi dawî nebe. Çawa ku herikîna Dîcle û Firat xelas nabe wê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê jî xelas nebe.

'BILA CPT BI ERK Û WEZÎFEYA XWE RABE'

Hewa Kiran: Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn e, gelê Kurd bi tecrîdê tên cezakirin û dixwazin bi tecrîdê gelê Kurd dîl bigrin. Di serî de CPT û hemû welatên ku dibêjin 'em welatên demokrasiyê ne' bi tundî wan şermezar dikin. CPT zêdetirî du salane çû Îmraliyê lê ji ber berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê di meha Adarê de rapora xwe eşkere kir. Ev çi edalet û xwedî derketina li mafên girtiyane. Madem CPT saziyeke ya pêşîgirtina li êşkenceyê ye bila bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Bila ji bo lêkolînê biçe Îmraliyê. Di şexsê Rêber Apo de bi milyonan kes dibin tecrîdê de ye. Sebra me li hemberî tecrîd û bê berpirsyariya CPT nameye.