Dayika Aştiyê Xemê Akdogan jiyana xwe ji dest da

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan di 85 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Xemê Akdogan (85) ev 15 roj bûn li Serîva Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê dihat tedawîkirin. Daika Xemê îro di danê sibehê de rehmet kir. Duh rewşa wê hinek baş bûbû lewma ji beşa venihêrîna awarte derbasî servîsa asayî hatibû kirin. Lê belê îro di danê sibehê saet di 04.00’an de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akdogan li Goristana Karşiyakayê hate veşartin. Taziyeya Akdogan li Mizgefta Merînos a Kolana Surmelî ya Taxa Xaçortê hate danîn.

Xemê Akdogan (85) ji ber zextên dewletê, di sala 1985’an de ji gundê Pîrosa yê Elkê ya Şirnexê koçî gundê Dotka yê Gever a Colemêrgê kiribû. Ji ber zêdebûna zextan, îcar jî Akdogan di sala 1997’an de koçî Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kir. Dayika Xemê, di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girt û têkoşîna xwe domand. Gelek zarok û neviyên wê tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûne. 

Akdogan, gelek caran hate destgîrkirin, derbkirin û êşkence lê hat kirin. Akdogan, di hemû çalakiyên weke 8’ê Adarê û Newrozê de her tim li pêşiya her kesî bû.