Dayika Aştiyê ji bo 'Nobeda Edaletê' bang kir

Dayika Aştiyê Behîce Sabay ku bi mehan e li dijî polîtîkayên zext û êşkenceyê yên li girtîgehan nobetê digire, diyar kir ku heta ev zext bi dawî bibin wê nobeda xwe bidomînin û bang kir.

Li dijî tecrîd û polîtîkayên êşkenceyê yên li girtîgehan 122 roj in Dayikên Aştiyê li Wanê nobedê digirin. Yek ji beşdarên 'Nobeda Edaletê' Behîce Sabay li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku 4 meh in ew nikare kurê xwe yê girtî bibîne.

Sabay diyar kir ku tecrîd û êşkenceyeke giran li girtiyan tê kirin û bang li partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl kir ku bala xwe li ser mijarê be.

Sabay got, "Em demokrasî û aştiyê dixwazin” û xwest girtiyên siyasî hemû bêne berdan.

Sabay diyar kir ku bi mehane nikare kurê xwe yê girtî bibîne û wiha domand: "Em êdî zarokên xwe nabînin. 122 roj in em li vir nobeda edaletê digrin. Zarokên me bê sebep hatin girtin. Mîna ku ev ne bes be, li girtîgehan her cûre zext û êşkence li wan tê kirin. Di 3 mehan de 60 girtiyên siyasî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin di nobeda edaletê de ku bi mehan e dewam dike, balê bikşînin ser vê yekê. Em ji bo pêkanîna hiqûqê û bidawîkirina êşkenceya sîstematîk a li girtîgehan li vir in. Dema ez 4 meh berê bi kurê xwe re axivîm got ku li girtîgehê êşkence tê kirin, îro em dibînin ku zêde bûye. Divê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelê me hestiyar bin. Yên di girtîgehê de ne, gelê me ne, siyasetmedarên ku em dengê xwe didin, zarokên me ne. Divê em wan biparêzin. Divê her kes bi vê hişmendiyê tevbigere. Heta ku polîtîkayên zext û êşkenceya sîstematîk a li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe, em ê di nobeda edaletê de bin."