Dayik Teke: Em bibin dengê girtiyan

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 1'ê Adarê ve di çalakiyê de ye girtî Mazlûm Teke ye. Dayika Teke Nezahat Teke got, "Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes rabe ser piyan. Werin em bi hev re bibin dengê girtiyan."

Dayika Mazlum Teke ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Nezahet Teke li ser çalakiyên greva birçîbûnê axivî. Teke anî ziman ku zêdetirî du sal e kurê wê Mazlum Teke di girtîgehê de tê girtin û wiha axivî: “Berxwedana di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah da destpêkirin di roja 167’mîn de ye. Çalakiya dîlên azadiyê ya koma yekemîn ku di 16’ê Kanûnê de destpêkir di roja 129’an de ye. Em di nava fikaran de ne, zarokên me ji bo tecrîd bi dawî bibe giyanê xwe dane li ber mirînê. Zarokên me bi maf in û em ji li gel vê doza bi heqin. Li ser tevahiya girtiyan tecrîd û zext hene, lê tecrîda li Îmraliyê her ku diçe kûr dibe û gihiştiye qonaxeke din. Tecrîd li Îmraliyê bi dawî bibe wê li hemû girtîgehan şert û merc asayî bibe. Em weke dayikên dilên azadiyê gelek bi fikarin, çi dibe bila bibe tu dayîk naxwaze zarokên xwe winda bike û êşa zarokên xwe bibinin.”

‘WEKE NESRÎNA XWE EZ NAXWAZIM MAZLUMÊ XWE JÎ WINDA BIKIM’

Dayik Teke anî ziman ku ew li gund bû bihst kurê wê ketiye greva birçîbûnê û wiha pêde çû: “Dema min bihist kurê min ketiye greva birçîbûnê keça min Nesrîn Teke ku di 19 saliya xwe de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand hate birî min. Dilê min lerîzî û ji nîşkan ve çonkê min şikest. Ez êş û jana dilan dizanim. Ez naxwazim zarokek din xwe winda bikim. Zarokên me di vê dozê de heqlîne. Dema ku keça min Nesrîn xwe şewitan min jêre got, ‘keça min te çima wiha kir tu çima min nafikrî’. Keça min ji min re got, ‘tenê canek min heye ji bo Rêbertiya xwe ez di bexşînim’. Piştî mehekê û vir de keça min li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Ji bo vê yekê ez weke dayik naxwazim tu dayîk zarokên xwe winada bikin. Ji bo vê jî ez naxwazim kurê xwe Mezlum jî winda bikim. Ji bo dayîkekê cezayê herî giran ewe ku zarokê wî birçî be. Em nikarin li malê sifrê danîn. Êdî xew nakeve çavê me. Li malê dema telefonek lê dikeve, dest û çonkê min dilerize. Her kêlî dibe xeberek nexweş were ji girtîgehan.”

‘DIVÊ HER KES RABE LI SER LINGAN’

Teke diyar kir ku berî çend rojan ew çû girtîgehê û kurê xwe dît û ev tişt got: “Kurê min û hevalên wî pir zihîf bûne. Çiqas ew bêjîn em başin jî lê dayik hîs dike. Rewşa zarokê me ne başin. Rengê rûyê kurê min guheriye. Dema diaxivî destê wî dilerîzî. Ev yek ji bandorek mezin li ser min kir. Di hemû hevdîtinan de kurê min dibêje, ‘armanca me şikandina tecrîda li ser Serok e. Divê her kes rabe ser lingan. Eger em rabin ser piya wê tecrîd bi dawî bibe. Çi dibe bila bibe em bibiryar in’.Em dixwazin Wezareta Dadê li gor qanûnê tev bigere û tecrîd bi dawî bibe. Bêdeng nemînin, dengê xwe bilin bikin. Bila Wezareta Dadê peywira xwe bi cih bîne. Êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Bila dilê tu wê û bavî neşewite. Em dixwazin daxwaza zarokên me bê qebûlkirin."

‘TECRÎD SÛÇÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Teke destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Ez dayikekim ku min dibistan nexwendiye dema ku difkirim dibêjim tecrîd sûce û ev sûc nayê qebûlkirin. Hiqûq û edalet ji bo her kesê pêwîste. Divê demildest tecrîda li ser Serok Apo rebe, malbat û parêzer bikikarin biçin hevdîtinê. Tecrîd îro ji holê rabe, wê aramî û aştî were li ser vê axê. Çiqas tecrîd kûr dibe ew qas alozî û rageşî mezin dibe. 7 canan xwe ji bo Serok Apo feda kir. Ji bo ji niha û vir de mirinek din çênebe her kes rabe li ser lingan û tişa ji destê wan bê bike. Êdî bêdengî bes e, bêdengî mirine. Werin em bi hevre bibin dengê çalakgerên di girtîgehan de.”