BI DÎMEN

Dayik ji bo zarokên xwe ketine grevê

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî, di roja 56'an de ye. Ji bo ku ji greva birçîbûnê re bibin deng dayikên girtiyan jî dest bi grevê kirin.

Ji bo dawî li polîtîkayên zextê yên ku veguherîne êşkenceyê û dawî li tecrîda Imraliyê were girtiyên siyasî ev 56 roj in greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin, ji bo ku ji greva birçîbûnê re bibin deng dayikên girtiyan jî dest bi grevê kirin. Dayik bibiryar in heta ku encamekê bistînin çalakiya xwe bidomînin, li dijî bêdengiya raya giştî helwest nîşan dan.

Bi mebesta destekdayina greva birçîbûnê ya girtiyan, ku ev 56 roj in bi rengekî bêdem û bêdorveger didome, duh li Amedê malbatên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a 2 rojan kirin. Ji bo ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û ji bo ku rewşa girtiyan her ku diçe xirabtir dibe da ku bihistyarbûkê çêbikin malbatan dest bi grevê kirin. Çalakvanan diyar kirin heta ku encamekê bistînin wê çalakiya xwe bidomînin. Yek ji wan kesan ku li Rêxistina Bajêr a DBP’ê dest bi greva birçîbûnê kir Hanîfe Akpolat e. Hanîfe Akpolat ji bo kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir ku kurê wê ev 23 sal in girtî ye û li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê di grevê de ye. Akpolat got, "Ev 56 roj in zarokên me di grevê de ne. Li dijî zilma li girtîgehan tenê bedena wan di destê wan de bû û ew jî dane ber mirinê. Ji bo ku zarokên me nemirin em jî li pey wan in. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin em ê jî bedena xwe bidin ber mirinê."

‘BÊDENG NEMÎNIN’

Akpolat bang li gel kir û got: "Em bang li her kesî dikin ku guhê xwe ji dengê girtîgehan re negirin. Heke mirin çêbibin berpirsê vê partiya desthilatdariyê ye. Her kesê ku ji vê re bêdeng mayî jî berpirsê vê ye. Daxwaza me ew e ku daxwazên zarokên me demildest werin qebûlkirin. Em dixwazin zilm û zordariya li ser wan rabe. Jixwe bedena wan hatiye girtin, bila zêdetir zilm li wan neyê kirin û daxwazên wan werin qebûlkirin. Hemû gel bila dengê girtîgehan bibihîsin û rabin ser xwe."

‘QEY HÎN NEBÛN KU KURD SERÊ XWE NATEWÎNIN?’

Nazîme Yurek jî ku 3 zarokên wê di girtîgehê de ne ku xew bi çavê wê nakeve. Yurek got ji bo girtiyên ku jiyana xwe gorî gelê xwe kirine dest bi grevê kiriye û wiha domand: "Dewlet hem me dikuje û hem jî me koçber dike, ev jî têrê nakin me dişewitîne. Bi hezaran ciwanên me girtin. Ciwanên ku hovîtiyan li ser gelê Kurd qebûl nekirin, bi greva birçîbûnê nîşan dan ku ew ê ji dewletê re serî netewînin. Ji bedena girtiyan pê ve tişte di destê wan de nema. Ji bo vê jî girtiyan dest bi grevê kirin. Ji bo zarokên xwe yên girtî çi hewce be em amade ne ku bikin. Çi ji Kurdan dixwazin. Zilma ku ev bi salan e dikin ne besî wan e? Hemû wekîl û hevşaredarên me girtin. Desthilatdariyê tim gef li me xwar. Hîn nebûn ku Kurd bi gefan serê xwe natewînin?"

‘JI BO KU JI GIRTÎGEHAN CENAZEYÊN ZAROKÊN ME DERNEKEVIN’

Yurek bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan û wiha domand: "Dijminê me yek e. Ev bi salan e ku em li ber xwe didin. Zarokên me dikujin. Niha jî em ji mirina zarokên xwe re bêdeng nemînin. Em bi hev re deng bidin vî dengî da ku zarokên me nemirin. Bi hincetên beredayî cezayên giran li zarokên me birîn. Ji 10 salan zêdetir ceza li 3 zarokên min birîn. Ez ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo  hemû girtiyan dest bi grevê dikim. Em li dijî êşkence û zilmê rûdinin. Her cure êşkenceyê layiqî zarokên me dibînin. Kamerayan dixin ko koxûşan de û zarokên me tacîz dikin. Cezayê giran ên ku dane wan ne besî wan e vêca êşkenceyê jî li zarokên me dikin. Ez ji bo ku cenazeyên zarokên me dernekevin rûniştime. Ez bang dikim ku hemû dayik jî bibin piştgirên me."

‘EM Ê LI DOR ZAROKÊN XWE BIBIN YEK’

Behiye Kaya ku kurê wê Necdet Kaya ev 56 sal in li Girtîgeha Şakran a Izmîrê gi greva birçînê de ye, got ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û dawî li êşkenceya li girtîgehan were dest bi grevê kiriye û wiha got: "Kurê min ev 56 roj in  Li Girtîgeha Şakranê di grevê de ye. Heta ku daxwazên wan pêk neyên em dev ji greva birçîbûnê naqerin. Em ê li dor zarokên xwe, xwe li hev bipêçin. Em ê nehêlin ku cenazeyên zarokên me derkevin. Em dixwazin her kes were û destekê bide me. Ez bang li rayedaran dikim, bila daxwazên zarokên me bi cih bînin. Beriya ku bi derengî bikeve bila aniha tiştinan bikin. Heke tiştek bibe destê me wê qirikan wan de be."

BAGRIYANIK: SÎSTEMA IMRALIYÊ LI SER HEMÛ KURDAN DANÎNA

Aktîvîsta TJA’yê, Endama Şandeya Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî bi malbatan re dest bi grevê kir. Bagriyanik got sîstema ku ev 2 sal in li Girtîgeha Imraliyê sazkar e veguheriye sîstema giştî ya birêvebirinê û ev ji polîtîkayên komkujiyê yên li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya Kurdistanê bi zelal hatiye dîtin. Bagriyanik got dixwazin sîstema Imraliyê dixwazin li ser hemû Kurdan sazkar bikin û wiha got: "Bandorên vê sîstemê li her deverê çêbûn. Ev bi rengekî herî tazî li girtîgehan bû. Dema ku mirov li şertên hevalên xwe yên girtîgehê dinere mirov nikare qebûl bike. Polîtîkayeke wiha dikin di nav van şert û mercan de girtî dev ji têkoşînê biqerin. Sîstem û polîtÎkaya ku niha sazkar e ji yên zindana Amedê ya 12’ê Îlonê gellekî xirabtir e." 

‘HETA KU EM ENCAMÊ BISTÎNIN EM RANAWESTIN’

Bagriyanik diyar kir greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye ber rîska mirinê û got: "Daxwazên hevalên me yên li hundir çine? Li girtîgehan şert qet baş nebûn. Ti caran tundî ranebû. Ti caran dawî li zext û zordariyê nehat. Sedemeke sereke heye ku hevalên me dest bi berxwedanê kirin. Sedeme sereke bi taybetî jî rakirina sîstema tecrîdê ya Imraliyê ye. Hevalên me bi dana ber mirinê ya bedena xwe, dixwazin sîstema tecrîdê parçe bikin û zemîna azadiyê ya hemû gelan ava bikin. Bi vîn û bedena xwe ya tazî berxwedaneke wiha bêhempa di nav çar dîwaran de nîşan didin. Bêguman rol û mîsyona me heye ku em li dor van daxwazên hevalên xwe bibin yek, vê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Hevalên me destpêkê bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêbertî û dawîlêanîna komkujî û kavilkirina bajaran a li Kurdistan û Tirkiyê, bi mebesta naskirina statûya Kurdan, bi mebesta ku dawî li kiriên şert û merc û polîtîkayên der însanî were dest bi grevê kirine. Heta ku ev daxwaz pêk werin jî diyar kirine ku bi biryardariyeke mezin wê greva birçîbûnê bidomînin. Em jî bang li wan kesan dikin ku dibêjin em mirov in, em demokrat in, ji azadiya jinê bawer dikin, jiyan û siberojeke azad xeyal dikin, li dor vê berxwedanê bicivin û ji bo daxwazên wan pêk werin li qadan helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin. Me dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Lê heta ku daxwaz werin qebûlkirin em ê çalakiyê cuda bikin."