Dayik Şenyaşar: 543 roj in zilmê li me dikin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dide, careke din xwest adaletê bê cih anîn.
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dide, careke din xwest adaletê bê cih anîn.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9’ê Adara sala 2021’an ve li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digrin.
Nobeta Edaletê di roja xwe ya 543’emîn de li ber Edliyeya Rihayê dewam kir.
Dayik Şenyaşar careke din xwest edalet pêk were û got: “Dadger û dozger dikevin gunehê me. Em heqê xwe li wan helal nakin.”
HETA KURÊ MIN BERNEDIN WÊ NOBETA EDALETÊ DEWAM BIKE
Dayik Şenyaşar wiha got: “Kî zilmê li me bike em heqê xwe li wan helal nakin. Êdî bese bila Fadilê min berdin. Di hucreya yek kesî de digrin. Keça wî heye, bê wî mezin bû. 2 kurên min hatin qetilkirin, bila Fadilê min were mal. Kurê min di girtîgehê de em jî li vir perîşan dibin. Zarokên me bê neheq hatin kuştin. Ez adaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesî dixwazim. Her kesên ku bêsûc li girtîgehê de tên ragirtin, bila bên berdan. 543 roj in li vê derê zilmê li me dikin. Çi ji me dikin bila bikin, heta edalet pêk were em ê li vê derê bin. Heta ku kurê min neyê ez li vir ranabim. Ger ez bimirim jî bila ez ê li ber dadgehê bimirim. Bila xwedî wîjdan bin.”
Malbat li ber avahiya edliyeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekiribû. Pêşengeha Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 2’emîn de dewam dike.
Di pêşengehê de wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatine kişandin û karîkaturên li ser Emîne Şenyaşar û edaletê û wêneyên ambûlansa ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrîş biribûn ser birîndaran, hatin pêşandan.