BI DÎMEN

'Dayê ez ji DAIŞ'ê reviyam, niha li cihekî ewle me'

Wîsal Hesen ev bû 55 roj in di rê de ye. Daxwaza wê ya sereke ew e, ku bi diya xwe baxive. Ji ber ku zêdetirî du sal in dengê diya xwe nebihîstî ye.

Wîsal Hesen dema çavên wê li kamereya me ket hat li pêş sekinî û got: "Belkî bi rêya kameraya we çavên dayika min li min bikeve, di dawiya emrê xwe de min bibîne û dilê wê hinek rihet bibe."

Wisal Hesen ew jî wek hezaran koçberên ji çeteyên DAIŞ’ê reviya ye û xwe spartiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Di krîza Sûriyeyê de bi mîlyonan koçber çêbûn û malbatek ser hev nema ku her yekî ji malbatê berê xwe da derekê û li hemû cîhanê belav bûn. Lê malbatên di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞê de dijîn, ên wan cuda ye. Tevî ku teknolojî pêşketî ye jî çeteyan telefon û TV qedexe kiribû li ser xelkê. Wîsal Hesen dayika xwe demên berê koçberî Tirkiyeyê bûye û xebera Wîsal û diya wê ji hev nebûye. Wîsal hêsir bi çavan ketin û got: "Dayê bi hêvî me tu min bibînî, ez bi silametî gihiştim herêma ewle. Metirsî li ser min nema."

Çeteyan derfetên têkiliyên ji derveyî herêmên bin di kontrola wan de, hemû cure têkilî li ser xelkê qedexe û qut kiribûn. Wîsal diyar kir ku ew ji cihekî baz dida cihekî heta ku werin vê derê berneda û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bila niha çete dengê min bibîzin. Wan nedihiştin em devê xwe vekin, li jinan, mêran, pîr û kalan dixistin."

Wîsal û 3 zarokên xwe, ew jî wek hezaran koçber niha li derve dimînin, li benda alîkariyê ye. Tevî Meclîsa Reqayê ya Sivîl nan û av li wan belav kir, lê gelek nexweş hene û rewşa mirovahiyê hin çare nebûye.