Daxwaza ji bo rawestandina darizandina Bîlgen nehat qebûlkirin

Di rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê Ayhan Bîlgen de daxwaza rawestandina darizandinê hate redkirin. Lê belê dadgehê guh neda daxwazê û doz taloqî 16’ê Nîsanê kir.

Dadgeriya rejîma AKP-MHP’ê ya dagirker, li dijî HDP'ê bêhiqûqiya xwe didomîne.

Rûniştina 5’an a Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Qersê Ayhan Bîlgen ku jê re ji 11 salan heta 25,5 salan ceza tê xwestin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Di rûniştina ku Bîlgen tevlî nebûyî de parêzerên wî Reyhan Yalçindag û Mehdî Ozdemîr amade bûn.

Yalçindag û Ozdemîr, xwestin ku Bîlgen di hilbijartina 2018’an de pêk hatî ji nû ve hatiye hilbijartin, lewma divê darizandina wî wê rawestandin û bê berdan.

DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN

Heyeta dadgeha dagirker, daxwazên sekinandina darizandinê red kirin û danişîn taloqî 16’ê Nîsanê kir.