Daxuyaniya KCK'ê ya der barê şehîd Aslan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê Abdulkadîr Aslan (Şahîn Dîcle) de daxuyaniyek da ku Aslan 5'ê Tîrmehê li Qendîlê tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalê Şahîn timî bi rola xwe ya milîtanî û pêşengiyê tevgeriya, di nava têkoşîna PKK'ê de bi kedeke mezin, fedakarî û milîtaniyê bû pêşengekî mînak."

Daxuyaniya KCK'ê ya der barê mijarê wiha ye:

"Her gel, her şoreş lehengên xwe diafirîne. Tevgera PKK'ê jî bi afirandina deh hezaran lehengan şoreşa gelan pêk tîne. Her milîtanekî PKK'ê bi hêviya welatekî azad dibin xwedî kêliya dîrokî û şoreşgerî. Hevalê Şahîn jî di temenekî ciwan de rastiya dijmin nas kir, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Şahîn di nava têkoşîna PKK'ê de di temenê ciwantiyê de gelekî bi pêş ket. Bû kesayetekî mînak ku li ruhê berxwedana sûrê û ruhê bexwedana Amedê tê. Rola pêşengî û milîtaniyê timî pêk anî, di nava têkoşîna PKK'ê de bû xwedî kedeke mezin û di fedakarî û milîtaniyê de bû mînak ji hevalên xwe re. Hevrêyê me Şahîn bi kedkarî, dilnizmî û kesayeta xwe ya têgihiştî dihate naskirin. Her tim xwedî ruhê berxwedanê bû. Planên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nekir, xeta milîtanî û fedayî ya pêşeng a PKK'ê pejirand, bû milîtan û ewladekî bi rûmet ê gelê xwe û bi vî rengî navê xwe li dîrokê nivîsand. Hevrê Şahîn navê xwe li rojnivîska berxwedanê ya Mazlûman, Kemalan, Zîlanan û Bêrîtanan nivîsî û tevlî karwanê nemiran bû. Bi bîranîna xwe biryardarî û misogeriya serketinê weke wezîfe ji hevrêyên xwe re hiştiye. Serketin soza me ye ji bo hemû şehîdên me."