Daxuyaniya girîng a HPG’ê ya ji bo çalakî û operasyonan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di operasyona li Mûşê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat diyarkirin ku li Licê 2 kesên kontra hatine cezakirin. HPG navê van kesan jî da. Li Geverê jî ji bo kesê bi navê Sadik Pala banga baldariyê hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Dersimê welatparêzê bi navê Ercan Pala ji aliyê dewleta Tirk hatiye qetilkirin û li Başûrê Kurdistanê jî di êrîşên hewayî de sîvîl bûne hedef.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:

‘LI MÛŞÊ HÊZA OPERASYONÊ HATE LÊDAN’

Di 23’ê Tîrmehê de di destê sibehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Êrîş a li Başûrê Mûşê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê di saet 17.00’an de dijmin bi helîkopteran leşker daniye qadên Kerenganê, Zovangê û Geliyê Mêmeka ya Pasûrê ya bi ser Amedê. Hêzên dagirker di 24-25’ê Tîrmehê de avêtiye ser gundên vê qadê û gel û gundî tehdît kirine û qada operasyonê berfirehtir kirine û di 26’ê Tîrmehê de leşker li girên Serê Spî, Berbihîv, Tarkûş û 15’ê Tebaxê bi cih kirine.

Yekîneyeke dijmin a operasyonê di 26’ê Tîrmehê saet di 10.40’an de bûye hedefa hêzên me. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bûye.

Artêşa Tirk a dagirker di vê operasyonê de derbe xwariye û di 27’ê Tîrmehê de xwe piçekî ji qadê vekişandiye. Operasyona artêşa Tirk a ku nêzî hefteyekê her roj diavêt ser gundan û pêkutî li ser gel dikir di 30’ê Tîrmehê de bêyî ku encamekê werbigire, hatiye vekişandin.

LI LICÊ ‘2 KONTRA HATIN CEZAKIRIN’

Li qada Goma Hecî Cemîl a Licê ya bi ser Amedê 2 kontrayên bi navê Omer Demîrbaş û Mûsa Demîrbaş ên ku bi artêşa Tirk a dagirker dixebitîn, pêşengî ji operasyonan re dikirin û di şehadeta gerîlayên me de rola wan hebû di 14’ê Tîrmehê de hatine cezakirin.

NÛÇEYÊN MEDYAYA ŞERÊ TAYBET A LI SER BERWARIYÊ DEREW E!

Medyaya şerê taybet a Tirk diyar kiriye ku di 21’ê Tîrmehê de li Berwarî ya Sêrtê êrîşeke hewayî li dar xistine, 6 gerîlayên me şehîd bûne û bi ser de jî berpirsyarê herêmê jî teslîm bûye. Ev nûçe derew e û parçeyekî şerê psîkolojîk ê li dijî gelê me ye.

LI GEVERÊ JI BO KESÊ BI NAVÊ SADIK BANGA BALDARIYÊ

Di 26’ê Tîrmehê de kesekî bi navê Baran Bager (Sadik Pala) li Geverê ya Colemêrgê teslîmî dijmin bûye û bi dijmin re dixebite. Divê gelê me yê herêmê li hemberî vî kesî bihistyar û baldar be.

DI ÊRÎŞA HEWAYÎ DE SÎVÎL KIRIN HEDEF

Di 30’ê Tîrmehê de balefirên şer ên artêşa Tirk li nêzî gundên Zêvê û Karê yên Başûrê Kurdistanê bombe li ser kesên sîvîl barandiye yên ku li ser Zapê masî digirtin. Di bomberdûmanê de 2 wesayît îmha bûne û sîvîlek jî birîndar bûye.

Di 28’ê Tîrmehê de dema êvarî qereqolên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi hawan û tankan bombe avêtine qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di bomberdûmanê de 2 wesayîtên sîvîlan îmha bûye û 6 sîvîl jî birîndar bûne.

ERCAN GUNEŞ JI ALIYÊ DEWLETÊ HATE QETILKIRIN

Di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Harçîkê ya Dersimê operasyonek dabû destpêkirin û li vê derê 5 hevalên me şehîd bûbûn. Hêzên dagirker bi helîkopteran bombe li ser qadê barandibûn û li vê derê welatparêzê bi navê Ercan Guneş ê ji gundê Vankokê qetil kiribû. Ercan Guneş ji bo gel û doza xwe ked dabû û tevlî nav karwanên şehîdan bûye. Di serî de ji malbata wî re em sersaxiyê dixwazin û em soza xwe ya ku em ê bîranîna wî bidin jiyîn dubare dikin.