Dawiya siyaseta Enver Paşa xirab e

Li Wanê saziyên medenî li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabûn.  Endamê Rêveberiya Tevgera Aştî û Edaletê Yakûp Aslan got, dawiya xeyalperestiya Enver Paşa xirab e.

Li Wanê nerazîbûnên li hember êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê dewam dikin.

Hevserokê şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Wanê Sezer Orenç bi bîr xist ku ew vî şerî mafdar û rewa nabînin. Sezer Orenç got: "Hewce ye şer bê sekinandin û budçeya wê ji bo xizmeta gelên xizan û kedkaran bê bikaranîn. Şer ne bextê me ye. Israra di vê hilbijartina xelet de israra kûrkirina pirsgirêkan e. Şer pirsgirêkeke gel a tenduristiyê ye."

GOTINA AŞTIYÊ NIKARE HEZIM BIKE

Sezen Orenç bal kişand ser wê yekê ku di demên dawî de Tirkiye gotina 'aştiyê' bi xwe hezim nake û ev weke derbeke li azadiya fikir û raman pênase kir. Sezer wiha dewam kir: "Di demekê de ku ewqas pesnê şer tê dayîn, mirin ewqasî tê pîrozkirin , aştî wê nikaribe bê astengkirin. Ev kiryarên antî demokratîk hewce ye bi dawî bibin û gelekî girîng e ku bi awayekî lezgîn hemû civak banga aştiyê bike. Ji bo hemû beşên kedkar girîng e ku li derdoreke demokratîk pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareskirin û daxwaza me jî li ser vê esasê ye.    

ABORÎ HER DIÇE XIRAB DIBE

Sekreterê şaxa Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Omer Tekîn diyar kir ku ew weke DÎSK'ê li hember şer in. Omer Tekîn da xuyakirin ku di her şerî de bi giranî kedkar û gelên xizan berdêlê didin û got, "Li Tirkiyeyê aborî her diçe xirab dibe. Li şûna ku aboriyê ji bo şer bikar bînin, ber ji bo xweşhaliya gel bê bikaranîn. Aştî û aramî ber were herêma me."

WÊ TRAWMAYÊN NÛ BIAFRÎNE

Endamê Rêveberiya Tevgera Aştî û Edaletê Yakup Aslan diyar kir ku şerê bi hewldana dagirkeriya Efrînê dest pê kir wê ji bo gelên herdu welatan travmayên giran çêbike û wiha dewam kir: "Bi hezaran endamên şer ên ku di cîhanê de û taybet li gorî dewleta Sûrî weke terorîst têne dîtin; gelek ji wan ji ber hilweşindinên li şerê Iraqê mane û di bin navê 'hêza neteweyî' de şandina wan a êniyê wê çi encaman bi xwe re bîne nayê zanîn. Van çeteyan sûcên dagirkerî, komkujî û talanê berî niha kirine. Derbarê demografiya Efrînê de agahiyên şaş ên ku dibêjin Kurd li wir kêm in têne dayîn. Bi van agahiyên xelet û hinceta hiqûqî ku wê ji xakên welatekî re garantorêyê bike, Tirkiye kete xaka welatekî din. Em ê bibînin bê ev ê çi bi serê dewletê bîne."

DIBE KU NIKARIBE JI HEQ DERKEVE

Yakûp Aslan diyar kir ku encamên vê serpêhatiya weke 'bekaya welat' an jî 'têkoşîna netewey'' tê pênasekirin wê giran bin û ev got: "Dema rewş ev e li hember derketin, ji şer re gotina 'na', rexnekirin an jî nivîsandin dibine hincetên girtinan. Gelo dîrok xwe dubare dike? Bi taybetî dema ez li polîtîkayên di dema Abdulhamit, Îtîhat û Teraqî û Enver Paşa dinêrim, ez dibînim ku gelekî dişibin hev. Sûriye veguheriye çiravekê û bi vî awayî ketina nava vê çiravê şaş e. Encamên mirov nikaribe ji heq derkeve dikarin derkevin holê. Perspektîf bi agahiyên şaş û manîpulasyonan şêwe digrin. Encama van senaryoyan serketinên xeyalî ne û serpêhatiya dîrokî ya Enver Paşa jî van nîşanî me dide."