Davût Karasû: Xiyanetê serî li ber berxwedana Bêrîtan tewand

Davût Karasû bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) got, "Berê wê li serketinê bû. Dest bi çi karî bikira, heta ku bi ser biketa jê nediqeriya. Bi sekna xwe ya serhildêr heta dawiyê têdikoşiya."

Karasû got, "Şehadeta hevrê Bêrîtan bûye xeta berxwedanê" û işaret bi girîngiya Karataş a ji bo artêşbûna jinê kir.

Karasû diyar kir, yên dane ser şopa vê berxwedanê niha li çiyê têdikoşin û got, "Beriya niha bi 26 salan min hevala Bêrîtan nas kir. Zehmet e ku mirov bi çend gotinan qala wê bikin. Bihara sala 1991'ê dema em ji zindana Amedê derketin, li ser banga hevrê Sara (Sakîne Cansiz) em çûn Stenbolê. Min li wê derê hevala Bêrîtan nas kir. Dema ku me hevala Sara nas kir, hevala Bêrîtan jî rabû ser piyan û got, 'Ez jî Gulnaz Karataş' û destê xwe dirêj kir. Piştre xwest min li Stenbolê bigerîne. 21 rojan ez li wir gerand û wê wextê min îmkan dît ku wê nas bikim."

'HETA SERKETINÊ DEST JÊ BERNEDA'

Karasû bal kişand ser kesayetiya Karataş û got, "Berê wê timî li serketinê bû. Dest bi çi karî bikira, heta ku bi ser biketa jê nediqeriya. Bi sekna xwe ya serhildêr heta dawiyê têdikoşiya. Carekê li Xakurkê, di bin kontrola hevala Bêrîtan de balafira dijmin hate xistin. Ew balafira destpêkê bû hate xistin. Dengê tilîliya hevala Bêrîtan ji cîhazê dihat û bi kêfxweşî digot, 'me xist'. Hevaleke ku ruhê serketinê pê re hebû."

Karasû işaret bi hesreta mezin a Bêrîtan Hêvî ya ji bo çiyê kir û got, "Bêguman dixwest di pratîkê de pêk bîne. Tê bîra min ku çenteyê xwe tijî eşya kir û ji Aksarayê heta Bahçesarayê meşiya. Ji hingî ve hewl dida xwe ji şert û mercên çiyê re amade bike. Taybetmendiyeke din a wê ew bû, ku zû bi zû qebûl nedikir. Gelek tişt meraq dikir, lêkolîn dikir û piştre qebûl dikir. Timî dipirsî, nîqaş dikir û heta ku qanih bibe ev yek dewam dikir.

Hevala Bêrîtan ji aliyê rêxistinî ve gelekî xurt bû ku her kes li dora xwe dicivand. Wê wextê li Xakurkê li hemberî hevalên jin feraseteke cuda hebû. Nêzîkatiyên kevneşop bûn. Lê belê hevala Bêrîtan ti carî bi ya wan nekir û timî têkoşiya. Bi xwendin û naskirina Rêbertî têdikoşiya. Sekna wê ya serhildêr ti astengî nas nedikir. Wê wextê hem hevalên jin, hem jî hevalên mêr qîmet didan wê, lê guhdarî dikirin. Her kes aşiqê wê bûn. Jin û mêr... Lewma Rêbertî Kemal Pîr û Bêrîtan weke mînak nîşan dida. Ji ber ku xwedî heman taybetmendiyê bûn. Li dijî teslîmiyetê canê xwe feda kirin û li ber xwe dan. Ji bo eşqa xwe ya li rêxistin, rêbertî û welêt heta dawiyê li ber xwe dan."

'KULÎLK LI SER RÛYÊ MIN VEBÛNE'

Karasû anî ziman ku Karataş di çalakiya Rûbarokê de ji rûyê xwe birîndar bû û got, "Dema ku min ew dît, min jê re got ku 'estetîka te xera bûye'. Ew jî li min vegeriya û got, 'Kulîlk li ser rûyê min vebûne'. Ji bo wê dilê mirovan girîng bû, bedewiya ruhî girîng bû.

Di vî şerî de yek ji hevalên jin ên gelekî şer kirin hevala Saadet bû. Yek ji wan hevalan bû ku kete nava çeperên dijmin û çeka destpêkê ya dijmin rakir. Hevalên jin di wê çalakiyê de hemû hevalên birîndar rakiribûn. Ya rast ev yek ji ber bandora hevala Bêrîtan bû. Dema ku dijmin êrîş dikir wê xwe venekişand, hîn bêhtir bi pêş ve diçû û şer dikir. Li Xakurkê bi 200 metreyî ji çepera xwe derket û heta cihê ku xwe ji zinar avêt bi pêş ve çû. Wê wextê di rê de jî birîndar bûbû."