Daristanên çiyayê Cûdî û Hirimiya dişewitin

Şewata li Çiyayê Cûdî ku du leşkeran pêxistibû îro jî dewam kir. Şewta li Çiyayê Hirimiya ya li bajarokê Sêgirka ya Qilabanê bi xwe vemirîbû, ji nû ve pêk ket.

Şewata duh di saetên şevê de li derdora gundê Gundikê remo, Cifane û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnex ku dikevin qontara Çiyayê Cûdî ku bi mehan e ji aliyê cerdevanan ve daristanên wê tên birîn derketibû, roja duyemîn de jî dewam e.

Şewata ku li Çiyayê Hirimiya ku dikeve bejahiya bajarokê Sêgirka ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê ku di saetên sibê de bi xwe vemirîbû, di nava rojê de ji ber bayê dîsa agir pê bû. Şewata ku mudaxeleya wê nayê kirin, ber bi bejahiya Bêlijnê ve belav dibe.