Danişîna polîsên kujer li Cizîrê dest pê kir

Danişîna du polîsên ku li Silopiyayê bi panzêrê du zarokên Kurd di mala wan de kuştibûn, dest pê kir.

Danişîna doza têkildarî Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ku li Silopiyayê ya Şirnexê, li taxa Karşiyakayê 3'yê Gulana 2017'an di mala xwe de, bi panzêrê hatin kuştin, dest pê kir.

Danişîna 5'an a dozê ya polîsê bi navê Omer Yegît ku panzêr diajot û bû sedema mirina du zarokên Kurd û ya amirê wî Murat Maden ku Yegît peywirdar kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran ê 2'yan a Cizîrê dest pê kir. Li danişînê bavê zarokên kuştî Mesût Yildirim û her wiha polîsên bersûc û parêzer hazir bûn.

Danişîna ji hêla Hafiza Merkezî, Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan ve û parêzerên gelek baroyan û Platforma Hiqûqnasên Azad ve tê şopandin, her wiha Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Imîr û gelek rêveberiyên partiyê jî hazir in.