Danişîna doza Hevşaredarê Xelfetiyê çêbû

Danişîna doza darizandina Hevşaredarê Xeleftiyê Mustafa Bayram û 6 kesên rehîn çêbû.

Danişîna cara 3'yan a Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê pêk hat.

Di danişînê de ku 5 jê girtî 7 kes têne darizandin, Mustafa Bayram, Leyla Akçam, Avnî Golbur û Mehmet Bînîcî hazir bûn. Li danişînê malbat û parêzerên Bayram jî hazir bûn.

Dozger bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' û 'propagandaya rêxistinê' xwest ku her girtiyek were cezakirin.

HATE TALOQKIRIN

Girtiyan û parêzeran ji bo parastinê wext xwestin.

Şandeya Dadgehê dosyaya Ahmet Kiliç ku bi rewşeke girtî tê darizandin lê ji ber nexweşê nav nivîna ye nikaribû parastina xwe bide ji dosyaya dozê veqetand, biryar li ser berdewamkirina rehînbûna girtiyan da û danişîn taloqî 11'ê Kanûnê kir.