DAIŞ li Tebqayê asê ma: 6 taxên din hatin paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 6 taxên din ên Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kirin.

Operasyon rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li nava bajêr bi pêş ve diçin. Şervan derbên giran li çeteyan dixin.

Taxên El Mehaci, El Bûserab, Ebû Êş, Kenîseya Asûriyan, El Kesara û El Mishir ên Tebqayê, duh bi şev ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Şervanan li van taxên navborî dest bi lêgerîn û karê paqijiyê kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vî şerî de 14 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneya çeteyan hatin desteserkirin.

Şerê li nava bajêr dewam dike.