DAIŞ’ê li Mûsilê bi dehan kes qetil kir
Di dorpêçkirina Mûsilê de ya ku ji bo ji dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê were rizgar kirin, bi dehan sivîlên ku hewldan birevin, hatin qetilkirin.
Di dorpêçkirina Mûsilê de ya ku ji bo ji dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê were rizgar kirin, bi dehan sivîlên ku hewldan birevin, hatin qetilkirin.
Hat diyarkirin ku çeteyên ku li taxên rojavayê Mûsilê asê mane, sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin, bi armanca ku pêşiya wan bigire, qetlîamên mezin li dar xistine.
Hat diyarkirin ku di demên dawî de bi dehan sivîlên ku hewl dan ku ji bajêr birevin, hatine qetil kirin.
Reûtersê ku xwe gihandî welatiyekî ji bajêr, vî kesî diyar kir ku li Taxa Tenek cenazeyê xizmekî xwe dîtiye yê ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo teşhîrkirinê ew bi dîregê elektrîkê ve daliqandiye.
Li gorî agahiyên Konseya Ewlekariyê ya Başûrê Kurdistanê, li Mûsilê roja duşem û sêşemê herî kêm 140 kes hatin qetil kirin.
Hat gotin ku li taxên Mûsilê yên dîrokî hejmara sivîlên ku hewldan birevin û hatine qetil kirin herî kêm 40 e.
Ji bo rizgarkirina Mûsilê, bi operasyona mezin a sala bihurî hatibû destpêkirin, hemû taxên rojhilat hatin rizgarkirin û dorpêçkirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku hê jî li taxên rojava dagirkeriya xwe didomînin, tê texmînkirin ku heta bajar bi temamî bê rizgarkirin, wê pêwîstî bi demê hebe.