DAIŞ'ê li Xurmatûyê êrîş kir
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî mewziyên pêşmergeyan ên li herêma Zerge ya li Xurmatûyê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî mewziyên pêşmergeyan ên li herêma Zerge ya li Xurmatûyê kirin.
Hat ragihandin, gelek ji çeteyên êrîş kirin hatin kuştin û 6 pêşmerge jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê nîvê şevê saet di 01:00 de êrîşî pênc çeperên hêzên pêşmergeyan kirin. Ev êrîş hate şikandin. Di encama şer de ku du saetan dewam kir, hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, 6 pêşmerge jî birîndar bûne.