DAIŞ'ê êrîşî Kurdên Kakaî kir
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî du gundên Kurdên Kakaî yên li Daqoqê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî hatine revandin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî du gundên Kurdên Kakaî yên li Daqoqê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî hatine revandin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Seyîd Hisên û Zanka yên navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, çeteyên DAIŞ'ê saet di 23:30 ê şevê êrîşî gundê Seyîd Hisên ê Kurdên Kakaî kirine. Di êrîşê de çeteyan 2 jin kuştin û du welatî revandin, ku yek jê jin e.
Li ser êrîşa li gundê Zankayê agahiyeke zelal bi dest neket. Tê gotin, hêzên ewlekariyê sewqî herêmê hatine kirin.