'Dagirkerî her gava ku tengav dibe, Kurdên xwefiroş dixe dewrê'
Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên PDK, AKP û DAIŞ'ê yên li Xanesorê dan û gotin, "Hêzên dagirker, her ku li hemberî berxwedana gelê Kurd tengav dibin, bi destê Kurdên xwefiroş, xiyanetê dixin dewrê."
OMER ÎKE
AMED / ANF
yekşem, 5 adarê 2017, 08:56
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, gelek caran di serdemên krîtîk de serdana Tirkiyeyê kir û tim hat diyarkirin ku bi van serdanên xwe piştevaniya AKP’ê dike û ev serdanên wî rastî rexneyan hatibûn. Piştî serdana Barzanî ya di 25-26’ê Sibatê de, vê carê jî çeteyên PDK, AKP û DAIŞ’ê di 2’ê Adarê de êrîşî birin ser herêma Xanesorê ya Şengalê. Gelê Amedê nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên PDK, AKP û DAIŞ’ê dan û diyar kirin ku îxaneta Barzanî wê her tim di rûpelên dîrokê de be.
'BARZANÎ LI GORÎ BIRYARÊN ERDOGAN TEVDIGERE'
Fesîh Kose: "Êrîşa çeteyên PDK’ê ya li ser axa Xanesor a Şengalê yek ji planên qirêj yên Tirkiyeyê ne. Ji xwe ji serdana Serokê PDK’ê ya Tirkiyeyê diyar bû ku wê rewşek wiha rû bide. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê me yên Êzîdî kir, pêşmergeyên PDK’ê herêm terikandin û gelê Êzîdî terkî komkujiyan kirin. Piştî berxwedanek bê hempa ya gerîlayên HPG û şervanên YBŞ/YJŞ’ê xaka Şengalê ji çeteyan hate rizgarkirin. Niha jî çeteyên bi ser PDK, AKP û DAIŞ’ê ve dîsa dixwazin Şengalê dagir bikin. Ev kiryar bi ti awayî nayê qebûlkirin. Wê çeteyên PDK’ê di nava vê planan qirêj de bifetisin. Ji xwe daxwaza dagirkeran ya sereke jî ev e, Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin. Divê gelên Kurdistanê neyên lîstikên Tirkiyeyê û Recep Tayyîp Erdogan. Barzanî di vê serdemê de li gorî biryarên Erdogan tevdigere. Dema ku mijdar dibe Kurd AKP, CHP Û MHP dibin yek û li hemberî Kurdan enî digre. Divê gelên Kurd jî li hemberî hemû êrîşên faşîstane di eniyekê de bê ba hev.
'NE BIRAKUJÎ YE, ÎXANET E'
Raîfe Ozbey: Êrîşa çeteyên AKP/PDK’ê em ji dil û can, bi êşa dilê dayikan şermezar dikin. Êrîşên çeteyên PDK’ê yên li ser xaka Şengalê, şerma dinyayê û îxaneta herî mezin e. Ev êrîş ne şerê birakujiyê ye, ev îxanet e. Eger kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Ev rewşa niha jî ev e. Dagirker Barzanî weke amûrekê ji bo xwe bikar tînin. Dema ku tê gotin wê Barzanî serdana Tirkiyeyê bike em weke dayik dikevin nava fikaran, dê dîsan çi bi qewime yan jî dê Barzanî serî kîjan rêyên îxanetê bide em difikirin. Dema ku Barzanî serdana Tirkiyeyê dike li herêmek Kurdisanê komkujî pêk tê. Ma gelo Barzanî ji dîroka xwe ya îxanetê şerm nake? Êdî bes e dîrok Barzanî napexşîne. Dema hesap pirsînê ye. Heta mirînê destê me wê di qirika Barzanî de be. Li dewsa Barzanî gelên Kurdistanê bîne ba hev û Kongreya Neteweyî li dar bixe, dikeve nava hewldanên îxanetê. Ev yek nayê qebûlkirin û îxaneta Barzanî her tim di rûpelên dîrokê de be.
'BARZANÎ WÊ JI HÊLA GELAN VE BÊ DARIZANDIN'
Rehîme Înce: Dagirkerên Kurdistanê her ku li hemberî berxwedana gelê Kurd tengav dibin û bi destê kurdên xwefiroş, îxaneta navxweyî dixin dewrê. Ev îxanet herî dawî di êrîşa li hemberî Şengalê de careke din derket holê. Em erîşên AKP,PDK û DAIŞ’ê li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin. Wekî tê zanîn çend roj berê Barzanî hat Tirkiyeyê û bi Erdogan û Binalî Yildirim re hevdîtin pêk anî. Balkêş e ku piştî hevdîtinê çeteyên bi ser AKP û PDK’ê êrîşî xaka Xanesor a Şengalê kirin. Bila Barzanî li baş bizane dê gelê Kurd wî nebexşîne. Dê Barzanî ji hêla gelan ve bê darizandin. Dîroka me tijî berxwedan e. Em êrîşên çeteyên AKP- PDK’ê bi tundî şermezar û nehlet dikin. Heta dilopek xwîna me dayîkan hebe em ê li dijî van êrîşa rawestin û têbikoşin.
'PDK’Ê ÊZIDÎ TENÊ HIŞTIN'
Mehdî Xweşer: Êrîşên li ser xaka Şengalê em bi tundî şermezar dikin. Rayedarên Başûr û Barzanî li şûna ku hesabê revîna xwe ya ji Şengalê bidin niha jî bi çeteyên AKP’ê re êrîş xaka pîroz ya Şengalê dikin. Ji xwe PDK’ê di 2014`an de Êzidî tenê hiştin û ji wir reviyan. Madem hûn ji wir reviyan niha çi karê we wir heye? Hûn bi kijan rûyê xwe êrîşî Şengalê dikin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev yek îxaneta nevxweyî ye.
'BILA BARZANÎ HIŞÊ XWE BÎNE SERÊ XWE'
Xalîse Ablay: Kesên bi Tirkiyeyê û Erdogan re tevdigerin li dawiya xwe digerin. Wê dawiya Barzanî û Erdogan weke hevbe. Bila Barzanî bela xwe ji Kurdan veke. Êdî her kes dizane rêya Barzanî rêya îxanetê ye. Divê êdî Barzanî hişê xwe bîne serê xwe. Bila êdî Barzanî cihê xwe li cem gelê Kurd bigire."
'BARZANÎ DI SAYA SERÊ PKK’Ê, LI BAŞÛR BI ARAMÎ DIJÎ'
Ruştu Akinci: Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çiqas were Tirkiyeyê, Erdogan wî dixapîne û li ser gelê Kurd de rêdike. Eger ji PKK’ê nebe, Barzanî rojekê nikare bi aram li Başûr bijî. Niha jî Erdogan çavê wî sor kiriye û bi ser Şengalê de şandiye. Em êrîşên li dijî Şengalê bi tundî şermezar dikin."