Dagirkeran li Mêrdîn û Sêrtê dest bi operasyonê kirine

Artêşa Tirk a dagirker li Mêrdîn û Sêrtê dest bi operasyonê kirin. Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

MÊRDÎN

“25’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Şehîd Botan a Herêma Bagok a Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribûn. Di vê operasyona hê didome de heta niha ti windahiyên hêzên me pêk nehatiye.

SÊRT

28’ê Îlonê di operasyona artêşa TC’ê ya li devera Qelanis a girêdayî navçeya Hewêl a Sêrdê de dabû destpêkirin hevrêyeke me şehîd bûbû. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parv e bikin. Ev operasyon 29’ê Îlonê ji qadê vekişiyaye.

ŞIRNEX

1’ê Cotmehê em ragihandibû ku 28’ê Îlonê di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a lio ser herêma Çiyayê Gabar a Şirnexê de 2 hevrêyên me şehîd bûbûn. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhat Igdir
Nav û Paşnav: Atîlla Çakmaz
Cihê Jidayikbûnê: Îdir
Navê Dayikê- Bav: Ayşe – Îsmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gabar/28’ê Îlona 2019

Serhat – Atîlla Çakmaz

Nasnav: Zinar Zagros
Nav û Paşnav: Yûsûf Korkmaz
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê- Bav: Latîfe – Bahrî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gabar/28’ê Îlona 2019

Zinar – Yûsûf Korkmaz

JI ROJA TEVLÎBÛNÊ HETA NUQTEYA DAWÎ….

Hevrêyên me Serhat li Îdirê û Zinar jî li Sêrtê ji dayik bûne. Hevrêyên me li hemberî qirkirin û êrîşên faşîzma Komara Tirkiyeyê ya li ser Kurdistanê tevlî nav Refên Azadiyê bûne û ji roja ku tevlî nav refan bûne, bi fedakarî têkoşiyane. Xwe bi îdeolojiya Rêber Apo perwerde kirine. Hevrêyên me bi berpirsyarî nêzî peywirên xwe bûne. Herî dawîn ji li herêma Gabarê li dijî operasyonên îmhayê yên dijmin rêhevalên me têkoşiyane û bûne mîlîtanên gerîlatiya serdema nû. Hevrêyên me heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşiyane û tevlî karwanê şehîdan bûne.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Serhat û Zinar di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin heta ku azadiya gelê Kurd pêk were, em ê têkoşîna xwe geş bikin.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne. Agahiyên van êrîşan wisa ye;

Di 1’ê Cotmehê de saet di 15.30’an de balefirên şer ên qada Sîda ya herêma Zapê û saet di 20.00’an de jî qada Keşanê ya Heftenînê bomberdûman kirine.

Di 2’ê Cotmehê de (Îro) saet di 08.00’an de qada Şehîd Dîren a Avaşînê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”