Dagirkeran li Hezexê goristan xera kirin
Li gundê Hespîstê yê Hezexê, leşkerên Tirk ên dagirker bi horsan goristan xera kirin.
Li gundê Hespîstê yê Hezexê, leşkerên Tirk ên dagirker bi horsan goristan xera kirin.
Piştî Wan, Amed, Mûş û Colemêrgê vê carê jî li Şirnexê leşkerên Tirk goristan xera kirin.
Li gundê Hespîstê yê navçeya Hezexê, 6 gorên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de şehîd bûn hatin xerakirin. Leşkerên ku bi wesayitên zirxî çarê Nîsanê hatin gund, bi horsan kêlên goran xera kirin.
Gundiyan diyar kirin ku heman goristan sala 2016'an jî hatibû xerakirin.