Dagirkeran li gundê Bîkdawîda yê Kanî Masî sivîlek birîndar kirin
Wesayîtên hewayî yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîkdawîda yê navçeya Kanî Masî ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Di êrîşê de sivîlê bi navê Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû.