Dagirkeran êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh anî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di encama tedbîrên hêzên me de êrişên giran hatin pûçkirin. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

14'ê Nîsanê saet di 16:00 de gundê Kamûran ê nehiya Çemankê ya Duhokê bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 14:30-21:00 de li herêma Zapê Girê FM û derdora Sergelê, li Metînayê Girê Hakkarî 8 caran bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

15'ê Nîsanê saet di navbera 10:00-00:00 de li herêma Zapê Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Hakkarî bi balafirên şer 9 caran û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve jî bi obusan hatin bombekirin.

15'ê Nîsanê saet di navbera 18:50-21:40'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê û li herêma Zapê jî qadên Girê Cehennem, Kunîşka, Kurojahro, Şehîd Şahîn, Karker, Şikefta Birîndaran, Saca, Çemço û Sîda 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Nîsanê saet di navbera 20:40-02:30'î de li herêma Zapê Girê Cûdî 3 caran bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser xeta sînor ve bi obusan hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 17:00-21:30'î de qadên Şehîd Şahîn, Girê Cehennemê, Dola Şîvê, Karker, Kurojahro û qada Sîda 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Nîsanê saet di 15:30'î de li herêma Xakurkê Girê Şehîd Şerîf bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

16 û 17'ê Nîsanê li herêma Avaşînê qada Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin."