Dagirkeran bi balafir, helîkoptêr û obûsan êrîş anîn
Dewleta Tirk a dagirker qada Avaşîn, Xakurkê û Metîna yên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê ve ji hewayî û ezmanî ve bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker qada Avaşîn, Xakurkê û Metîna yên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê ve ji hewayî û ezmanî ve bombe kirin.
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê ragihand dewleta Tirk a dagirker bi obûs, hawan, helîkoptêr û balafirên şer Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.
HPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kirin:
''26'ê Adarê qereqolên ser sînor ê dewleta Tirk a dagirker qada Tabûra Ereban û Werxêlê yên herêma Avaşînê bi obûs û hawanan bombe kiriye.
29'ê Adarê saet 13:00'an qada Qartal a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
29'ê Adarê qada Kolit a herêma Xakurkê êvarkî bi obûs û hawanan û piştre bi helîkoptêran hatiye bombekirin.
29'ê Adarê saet 20:00'an qada Çemê Lolanê ya herêma Xarkukê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
1'ê Nîsanê saet di navbeyna 16:30 û 16:45'an de Serê Metîna û qada Yekmala a herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''