Dagirker newêrin xwe bilivînin: Bi werîsan erzaqê dikişînin

Leşkerên Tirk ên li qada 'Kevirê Kun' a li Şikefta Birîndara asê mane, ji tirsa gerîla xwe vedişêrin. Erzaqa ku bi helîkopteran jî tê, ji neçarî bi werîsan ber bi xwe ve dikişînin.

Dîmenekî din ê leşkerên Tirk ên dagirker hate weşandin ku li qadên gerîla asê mane.

Leşkerên Tirk ku nêzî mehekê li qada 'Kevirê Kun' a Şikefta Birîndara asê mane, newêrin serê xwe jî rakin.

Herêm her şev bi helîkopterên êrişê tê bombekirin û bi helîkopterên Skorsky jî hewl tê dayin ku hêz li herêmê bêne danîn. Ev hemû jî tenê ji bo tiştekî tê kirin: Leşkerên li wir asê mane ji qadê derxînin, birîndaran bibin û alîkariya lojîstîk ji wan re bê dayin.

Lê gerîla nahêle.

Ji dîmenan jî tê fêhmkirin, dagirker ji bo xwe ji xezeba sekvanên gerîla biparêzin, ji tirsa xwe li binê tehtekî veşartine. Dagirkerên ku bêçare mane, malzemeyên lojîstîk ên ku helîkopteran ji bo wan avêtine, nikarin bi hêsanî werbigirin. Ji ber vê jî bi werîsan hewl didin ber bi xwe ve bikişînin.

Dagirkerên ku bi 100 metreyî nêzî wan e jî ji tirsa nikarin serê xwe rakin, li binê konên tê de ne xwe vedişêrin.