Dagirker bombeyan li gundê Soxankê yê Efrînê dibarînin -NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bombeyan li gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarînin. 2 kes ji ber bomberdûmanê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi cih bûne, bi tank û çekên giran bombeyan li gundê Soxankê dibarînin.

Li gorî agahiyan, çend top li gund û derdora wê ketine û êrîş hîn jî dewam dike.

Hate ragihandin ku heta niha 2 kes ji ber bomberdûmanê birîndar bûne.