Dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş dikin

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer û 40 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombardûman kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de; 2 drone û 60 kg teqemenî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer û 40 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombardûman kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

15'ê Îlonê saet di 08:30'î de droneyeke li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê digeriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

15'ê Îlonê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer. Çalakî bi rêbaza sabotajê hate kirin.

15'ê Îlonê saet di 13:00 de droneyeke dagirkeran a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê digeriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin.

16'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, 60 kg teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, ji aliyê tîmên me ve hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

15'ê Îlonê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15'ê Îlonê li herêma Metînayê qadên Golka û Çarçelê, zeviyên gundê Beşîlî bi balafirên şer 9 caran hatin bombekirin.

15'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 40 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

15'ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM geriyan.

15'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne."