Dadgeriya Tirk biryar da ku Sara Kaya dîlgirtî bimîne

Dadgeriya Tirk biryar da ku Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya dîlgirtî bimîne.

Rûniştina 10'emîn a doza li Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hate vekirin, li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Dadgeriya Tirk bi îdîaya "xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê" Kaya mehkeme dike. Kaya bi rêya sîstema ragihandinê ya deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzer û xizmên Kaya û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî doz şopandin.

Dozgeriya Tirk, îdîaya xwe ya rûniştina berê dubare kir û xwest, cezayê muebbetê yê girankirî lê bê birîn.

KAYA: BI KOMPLOYÊ HATIYE AMADEKIRIN

Kaya jî got, "Lêpirsîna hatiye vekirin bi temamî lêpirsîneke bi komployê hatiye amadekirin. Bi rêya SEGBÎS'ê nikarim bi têrkerî xwe îfade bikim. Jİ ber vê yekê dixwazin li salona dadgehê parastinê bikim."

Parêzerê Kaya Kamûran Tanhan jî bi bîr xist ku Amîrê Şaxê TEM'ê yê Nisêbînê yê wê demê Unal Ûyar bi sûcdariya "amadekirina belgeyên sexte, êşkence, bertîl û sûcdariya ji ber xwe çêkirî" hatiye girtin.

Dadgeha Tirk biryar da ku Kaya girtî bimîne û rûnişt ji bo 27'ê Adarê taloq kir. Biryar hate dayin ku Kaya tevlî rûniştina dozê bê kirin.