Dadgeha Tirk xwedî li cerdevanê tecawizkar derdikeve

Cerdevan Faîk Dural ku ji ber sûcê êrîşa zayendî ya li ser H.D ya 16 salî hatî girtin, hate berdan. Dadgeha Tirk dosyaya cerdevanê tecawizkar bi ‘li dorê çûnûhatin’ê nirxand.

Li navçeya Payizava ya Wanê li taxa Reptikê cerdeva Faîk Dural û xizmê wî Mahmût Hundur 23’yê Kanûna 2021’an êrîş birin ser H.D ya 16 salî ku li Dibistana Lêmanê ya Hoşapê dixwend.

Piştî ku gilih hate kirin cerdevan Dural û xizmê wî Hudur bi sûcê, ‘’îstîsmara zayendî ya li ser zarokan’ hatin girtin. Lê piştî ku AKP’yî ketin dewrê cerdevanan gef li malbatê xwarin malbata H.D dev ji gilihê xwe berdan û dadgeha Tirk bêyî ku derxîne dadgehê 15’ê Sibata 2021’an Dural ê cerdevan berda, biryar li ser girtîmana Hungur da.

Li gel ku malbata H.D dev ji gilihê xwe berda jî Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryar li ser da ku ‘Doza Kamûyê’ were vekirin.

Rûniştina pêşî ya Dural û Hundur 23’yê Adara 2022’an li Dadgeha Cezyê Giran a 7’an a Wanê çêbû. Dural ê cerdevan li sûcê xwe yê êrîşa zayendî mikur hat. Êrîşkare dî hemû sûcdarkirin red kir û xwest ku were berdan.

Dadgehê biryar li ser da ku dosyayên Dural û Hundur ji hev were veqetandin, Dural ji sûcê ‘li dorê çûnûhatinê’ were darizandin û dosyaya wî biçe Dadgeha Cezayê Asliyê ya Payizava û biryar li ser da ku darizandina Hundur li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an bidome.

Dadgehê biryar li ser da ku Hundur girtî bimîne û biryar da ku rûniştina biryarê 1’ê Nîsana 2022’an pêk were.

Ji ber ku dadgehê doza Dural ê cerdevan kire nav çarçoweya ‘li dorê çûnûhatin’ê di demeke kurt de hate berdan.

Li gorî agahiyên ku hatine standin, Endamê Meclîsa Şaredariya Payizava Tahir Dural, ku apê Dural ê cerdevan e, rasterast mudahele li dadgehê kiriye û kiriye ku wesfê sûc biguhere.

Rûniştina biryarê ya cerdevanê tecawizkar Faîk Dural 26’ê Gulana 2022’an li Dadgeha Cezaya Esliyê wê çêbibe.