Dadgeha Tirk biryar da ku zarokên Nisêbînê dîlgirtî bimînin

Dadgeha Tirk dîsa biryar da ku zarokên Nisêbînê yên di dema êrîşên qirkirinê de hatî girtin, neyên berdan.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di qedexeya derketina kolanan de, 17 zarok di 26'ê Gulana 2016'an de li avahiya ku lê asê mabûn, hatibûn destgîrkirin û girtin. 7'emîn danişîna doza 17 zarokên ku li Nisêbînê hatin destgîrkirin û girtin û piştre dozger ji bo her yekî 76 sal ceza ji wan re dixwaze, li 4'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat.

ZAROK NEANÎN SALONÊ

Dozger, ji bo her zarokekî 76 sal cezayê girtîgehê û muebeta giran dixwaze. Ji 17 zarokên ku tên darizandin, tenê 3 zarokên ku li Girtîgeha Sincanê û 5 zarokên ku li Mêrdîn û Amedê tên girtin, anîn salonê. Zorokên ku li Girtîgeha Xerpêtê li gel biryara dadgehê ku pewîst e ku li salonê amade bûna, neanîn salonê. Zarokên ku neanîn salonê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.

Li salonê parêzer û malbatên zarokan amade bûn. Danişîn girtî pêk hat. Parêzeran di parastinê de diyar kir ku dema zarok hatine destgîrkirin êşkence li wan hatiye kirin û xwest ew dîmenên ku zarok rastî îşkenceyê hatine bên lekolînkirin. Parêzeran xwest ku heyet zarokan tahliye bike. Lê heyetê hemû daxwazên parêzeran red kir û zarok berneda.

Dadgeha Tirk, doz taloqî 5'ê Nîsanê kir.