Dadgeha Tirk bi hincetên sosret ceza li zarokên Sûrê birrî

Dadgeha dewleta Tirk, li 11 zarokên ku ji ber "qedexeya derketina derve" 104 rojan li Sûrê asê man, 36 sal cezayê girtîgehê birrî bû. Dadgeha Tirk hinceta vê biryara xwe eşkere kir.

Piştî ku dewleta Tirk li navçeya Sûr a Amedê roja 28'ê Mijdara 2015'an derketina derve qedexe kir, şer dest pê kir û vî şerî 104 rojan dewam kir. Di dema şer de gelek sivîl li navçeyê asê man. Ji van sivîlên li navçeyê asê man du kom di navbera 3-7'ê Adara 2016'an de ji navçeyê hatibûn derxistin. Di dema derxistinê de der barê 3 jê girtî 11 zarokan de doz hatibû vekirin. Di dozê de bi giştî 36 sal cezayê girtîgehê li her 11 zarokan hatibû birrîn. Dadgehê hinceta biryara cezakirinê eşkere kir.

Di biryara Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê de, ku hinceta wê bi 33 rûpelan hate eşkerekirin, zarokan di parastinên xwe de diyar kir ku ew çûne Sûrê û li wir asê mane û ew tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nakin. Di rapora pisporiyê de ku der barê bermayiyên çekan antîmon, HDX û RDX û hwd. de hat amadekirin de hat diyarkirin ku nayê zanîn ku ka ev bermayî çawa li kinc û bedena mirovan peyda bûne û ji bo agahiyên hewcedar divê serî li nêrînên Şaxên Gerînendetiyên Îmhakirin û Lêkolînkirina Bomebyan bê dayîn. Li gel vê tespîtê dîsa jî dadgehê der barê van bermayiyên ku li kincên zarokan peyda bûne rapor nexwest û van bermayiyan wek "delîl" nîşan da. 

Yek ji van zarokên ku ceza lê hat birîn jî F.Y. yê 16 salî ye. Di biryarê de hat diyarkirin ku dema F.Y. hatiye zevtkirin birîndar bûye û ji ber vê hatiye emeliyatkirin û di dema emeliyatê de 5 perçeyên metal ên teqemeniyan ji bedena wî derketine. Dadgehê îdîa kir ku di van perçeyan de bermayiyên madeyên teqemeniyên yên wek HMX, RDX û TNT'ê hatine tespîtkirin û hatiye fêhmkirin ku ew endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê tevgeriya ye. 

DER BARÊ DOZÊ DE

Di meha Hezîranê de dadgehê biryara xwe ragihandibû. Bi îdiaya "endametiya rêxistinê" her yek 2 sal û 6 meh ceza li M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A ku bi awayekî negirtî tên darizandin birrî bû û cezayê wan taloq kiribû. Dadgehê li zarokên bi navê R.A., R.H. û Ş.A. jî bi îdiaya "Endametiya rêxistinê" her yek 3 sal û 4 meh û li zarokên bi navê F.Y. û M.Ç jî her yek 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birrî bû. Her wiha li zarokê bi navê O.S. jî 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birrî bû. Dadgehê bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li 11 zarokan birrî bû û der barê 3 zarokên ku 17 meh in girtî ne de jî biryara dewamiya girtina wan da bû.

Parêzerên zarokan ji bo temyîzê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabûn.