Dadgeha Bilind cezayê li du siyasetmedarên Kurd pejirand

Dadgeha Bilind a Tirk cezayê ku di 'Doza Bingehîn a KCK'ê de li du siyasetmedarên Kurd hate birîn pejirand.

Dadgeriya Tirk bi îdîaya "Meclîsa KCK/Tirkiyeyê" di çarçoveya operasyona 14'ê Nîsana 2009'an de doz li siyasetmedarên Kurd amade kir û dadgeha herêmî biryar der barê 154 kesan de wergirt. Biryar çû ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Ceza ya Giran a 2'emîn a Amedê hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj li 99 kesan birî. Her wiha biryara beraatê da 55 kesan. Hem dozgeriyê hem jî parêzeran biryar birin ber destê Dadgeha Bilind.

Dadgeha Bilind doza li endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ramazan Morkoç û Tamer Tanrikolû nirxand. Dadgeha herêmî bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" 21 sal ceza li Morkoç birî. Bi heman îdîayê 18 sal cezayê girtîgehê li Tanrikolû birî. Dadgeha Bilind jî ceza pejirand. Tê payin ku Dadgeha Bilind biryara xwe ya der barê 152 kesan îro yan jî sibe ragihîne.