Dadgeha Îranê 15 meh ceza li melayê Kurd birî

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dadgeha Îranê 15 meh cezayê girtîgehê li melayê Kurd Sabîr Xudamuradî biriye.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand Dadgeha Ewqaf ya bajarê Hemedanê, 15 meh ceza li melayê Kurd Sabîr Xudamuradî biriye.

Hate gotin ku ceza bi hêceta ‘propagandaya dijî hikumetê’ li mela Sabîr hatiye birîn û ceza jî bi rêya telefonê jêre hatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê ye mela Sabîr sala borî jî ji ber piştgirî da bû serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ 7 meh û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.