DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarokê Gulale Xaneqînê duh bi şev bi çekên giran êrîş birin ser benda hevpar a asayîşê.

Hêzên Asayîşê bersiv dan êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê û bi qasî saetekê şer qewimî.

Berpirsyarê Bajarokê Kûksî Simko Elî li ser vî şerî agahî da RojNewsê û got, "Di şer de windahî ji hêzên asayîşê nebûye. Li ser kuştiyên çeteyên DAÎŞ'ê me hê agahiyeke zelal bi dest nexist.

Li herêma Şêx Baba vê dema dawî çeteyên DAÎŞ'ê di nava liv û tevgerê de ne.

Li herêma Şêx Baba ku di navbera Gulale û Kelarê de ye, gundên Ereb hene û ev der jî cihekî daristanî ye. Çeteyên DAÎŞ'ê gelek caran ji vê herêmê êrîşê dikin."