DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir

Li Xaneqînê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê du sivîl û du leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li herêma Şêx Bawe a ser bajarokê Gulale yê navçeya Xaneqîn a bi ser Diyale, êrîşî leşkerên artêşa Iraq û sivîlan kirin.

Li gorî agahiyan li ser rêya sereke ya navbera navçeya Kelar û Gulale mayînek ku berê hatibû bicihkirin, bi otomobêlek ve teqiyaye, lê tiştek bi kesî nehat. Li ser vê yekê sivîl û leşkerên artêşa Iraqê berê xwe dan cihê bûyerê.

Di wê demê de jî çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin. Di encama êrîşê de 2 sivîl û 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya giştî ya Kelarê.