CPJ: PDK bila dîktatoriyê neke, Bradostî berde!

Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) li dijî hêzên PDK'ê helwestn nîşan da, xwest ku demildest nûçegihan Zibêr Bradostî were berdan.

Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan ((CPJ)têkilî nûçegihanê Ronewsê Zibêr Bradostî ku ji hêle asayişa PDK'ê ve hate destgîrkirin û ev 10 roj in agahî jê nayê daxuyaniyeke niviskî da. CPJ'ê bng li rayedaran kir, xwest ku  Bradostî demildest wer berdan.

'NAYÊ HIŞTIN KU KESÎ BIBÎNE'

CPJ'ê diyar kir Bradostî ji hêla Fermandariya Helgurdê ya PDK'ê ve hatiye destgîrkirin, nayê hiştin ku kesî bibîne û ji roja ku hatiye destgîrkirin û heta niha ew nebirine dadgehê jî.

'PERGALA DÎKTATOR'

Nûnerê CPJ'ê yê Rojhilata Navîn û Efrîkeya Bakur Îgnacîo Mîguel Delgado wiha got: ''Rêveberên Kurd xwe weke ku demokrat bin nîşan didin. Lê encama pergala dîktarorî ye ku nûçegihaneke beleheq were girtin. Banga me li Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ew e ku Zibêr Bradost demildest were berdan an jî derbarê aqûbeta wî agahiyê berdin û bibin dadgehê.''